Li cîhanê ji ber Covid-19 zêdeyî 30 hezar mirov mirin 2020-03-29 11:12:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê, hêjmara mirovên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) mirin, 30 hezar derbas kir. Zêdeyî 664 hezar mirov jî bi şewba vîrûsê ketin.    Vîrûsa corona (Covît-19) roj bi roj zêde dibe. Hem li Tirkiye û hem jî li cîhanê her roj zêdetir belav dibe. Heta niha li tevahiya cîhanê zêdeyî 30 hezar mirov bi şewba Covît 19 mirin. 664 hezar mirov jî bi şewba vîrûsê ketin. Li tevahiya cîhanê hêjmara kesên sax bûn jî 142 hezar kes in. Di nava welatê cîhanê de herî zêde li Îtalyayê mirov ji ber şewba Covid-19 mirin. Di 24 saetên dawî de 889 kesên din li Îtalyayê mirin û hêjmara miriyan 10 hezar û 23 kes derbas kir. Hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona ketin jî gihişt 92 hezar û 472 kesan. Heta niha 12 hezar û 384 jî baş bûne. Li Tirkiyeyê jî li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca 108 kes bi vîrûsê mirin û 7 hezar û 402 kes jî bi şewbê ketine.