Dayika girtî ya 72 salî: Em vê bê edaletiyê qebûl nakin 2020-03-29 12:23:49   MÊRDÎN - Dayika girtiyê siyasî Sakîne Kuday a 72 salî xwest hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha got: "Em vê bê edaletiyê qebûl nakin. Diz û tecawizkar tên berdan divê girtiyên siyasî jî bêne berdan."    Li Tirkiyeyê vîrûsa corona belav dibe û her kesî dixe nava tirs û fikaran. Bi taybetî malbatên giriyan ji ber li girtîgehan tedbir nayên girtin dixwazin hemû girtî bên berdan. Di vê pêvajoya 3'emîn Pakêta Darazê ya înfazê biçe meclîsê de malbatên girtiyan dixwazin ku ev pakêt ne tenê ji bo girtiyên edlî be, dixwazin ev zagon ji bo girtiyên siyasî jî derbasdar be. Dayika girtiyê siyasî Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê girtî ye, Sakîne Kuday a 72 salî xwest hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha got: "Em vê bê edaletiyê qebûl nakin. Diz û tecawizkar tên berdan divê girtiyên siyasî jî bêne berdan."    Kuday li ser hesabê medya civakî bang kir û got: “Ez dayika Abdulkadir Kuday im. Kurê min  6 salin li Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê ye. Ez nikarim biçin wî bibînim. Ev cawa edalet e. Diz, qatil, tecawizkar û tiryakêş tên berdan, lê girtiyên siyasî nayên berdan. Kesên ji bo zimanê xwe hatine girtin nayên berdan. Em vê edaletê qebûl nakin. Ger ku yên dizî û tecawizê dikin bên berdan divê dunya xera bibe. Ev cawa dinya û edalet e. Em edaletê dixwazin."