MED TUHAD-FED: Girtî bi Vîrusa Koronayê tehdîd kirin 2020-03-29 12:24:41   AMED - MED TUHAD-FED'ê bi sedema vîrûsa corona belav bûye rapora xwe bi nivîskî weşand û diyar kir ku li dijî vê cudatiyê dixwazin hemû kes bertekê nîşan bidin û wiha got: "Bila civak û raya giştî a demokratîk balê bikşîne ser vê mijarê. Li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê girtiyên siyasî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi Vîrusa Corona tên tehdîtkirin.      Federasyona Komeleya Hiqûqî û ya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) di daxuyaniya nivîskî de rapora heftane ya girtîgehan parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin Vîrusa Korona nexweşiyek cidî ye û zû belav dibe û hat gotin hîn ji bo wê derman nehatiye dîtin.  Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Vîrusa Koronayê her ku diçe belav dibe û girtîgeh di bin rîskek mezin de ye. Li girtîgehan girtina tedbîran gelekî qels e. Li cîhanê rejîmên otorîter jî derbarê mijara girtîgehan de hinek gav avêtin. Hinek welatiyan girtî û hikumxwar serbest berdan. Şertên li girtîgehan têrî parastina ji bo tenduristiyê nake. Divê di mijara girtîgehan de gavên cidî bên avêtin."    Di daxuyaniyê de hat gotin di mijara tehliyeyan de cudatî tên kirin û wiha dewam kir: "Di pakêta darazê de girtiyên siyasî cih nagirtin Cudakarî nayê qebûlkirin. Ev nexweşî bûye pirsgirêka mirovatiyê. Em banga xwe ya li partiyên siyasî ya ji bo wekheviya înfazê dubare dikin. Li dijî vê cudatiyê em dixwazin hemû kes bertekê nîşan bidin. Bila civak û raya giştî a demokratîk balê bikşîne ser vê mijarê."Her wiha di raporê de hat gotin girtî bi Vîrusa Koronayê hatine tehdîdkirin."   Di raporê de ev xal hatin destnîşankirin:    "* Li girtîgehan malzemeyên paqijiyê nayên dayîn. Girtîgeh nayê îlackirin.  * Li kawîşê ku divê hindik kes bimînin gelek kes dimînin.  * Rêveberiya girtîgehê tedbîrên hewist nagire. Dikevin kawîşan û derdikevin.  * Li hin girtîgehan girtî sewqî nexweşxaneyan nayên kirin.  * Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahisarê girtiyan li ser piyan dijmêrin.  * Mehmet Fatîh Bîngul ê ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê sirgûnê sirgûnî Girtîgeha tipa T a Aksarayê kirine û mehek e li hucreya yek kesî tê girtin. Di ketine girtîgehê de rastî îşkenceyê hat.  * Li Girtigeha Tîpa T a Aksarayê girtî rastî gefa “Hûn neçar in li gorî kuralan tev bigerin. An em ê sucdarekî edlî yê bi vîrûs bînin nava we." hatin.  * Li Girtîgeha Beşikduzu ya Tîpa T a Trabzonê  Îmdat Bingol bêyî hincet bê nîşandan di hucreyê de tê tecrîdkirin.  *  Garîba Gezen a ji Girtîgeha Tarsusê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê hat kirin, bi rojan de di hucreya yek kesî de tê girtin. Hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya wê nebaş e.  * Li Girtîgeha Kalkandere ya Rizeyê girtî li dijî vîrusa bi tu awayî nayên parastin."