Tirkiye çar car in avê ji ser Hesekê qut dike 2020-03-29 12:31:05   HESEKÊ -  Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed, diyar kir ku Tirkiye çar car in ava stasyona Elokê ji ser bajarê Hesekê qut dike.   Tirkiye piştî ket bajarê Serêkaniyê, ava stasyona Elokê ji ser bajarê Hesekê û gundewarên wê qut dike. Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker karkerên stasyonê jê derxistin û stasyon bêyî zanîna tu sedeman, girt."   Rêxistina NY’yê ya UNICEF’ê di 23’yê vê mehê de piştrast kiribû ku rawestandina stasyona ava Elokê ku li herêmên Tirkiyeyê, zerarê dide 460 hezar kesan. NY û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor sêşema borî piştî rojekê ji daxuyaniya UNICEF’ê gotibû ku pêdivî bi rawestandina yekser a agirbestê li tevahî Sûriyê heye ku kedên tunekirina Koronavîrusê pêkan be û vîrus bandorê li şêniyên dorpêçkirî neke. Stasyona Elokê, stasyoneke stratejîk e ku avê dide bajarê Hesekê û gundewarên wê bi tevahî.