Helîkopterên TSK'ê gundên Biradost gulabaran kirin 2020-03-29 12:57:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Helîkopterên TSK'ê li ser herêma Biradost nizm firiyan û gundên Xelîfan û Lêtan ên Biradostê gulabaran kirin. Şêniyên gund ketin nava tirs û fikaran.    Operasyonên TSK'ê yên li dervê sînor berdewam dikin. Şevê din helîkopterên TSK'ê gundên li Herêma Kurdistana Federe gulebaran kir. Helîkopterên TSK'ê bi nizmî li ser asîmanê gundên Xelîfan û Lêtan yên Herêma Biradostê firiyan û gund gulebaran kirin. Li gorî dîmenên bi destê Ajansa Nûçeyan a Rojê (RojNews) ketin, helîkopterên Tirkiyeyê nîva rojê û bi nizmî li ser gund difirin û gulebaran dikin. Di nava şêniyên gund de metirsiyek mezin çêbûye.