Prz. Nuray Ozdogan: Bi vê guhertina rêziknameya înfazê, dê sepanên dijminantiyê bidomin 2020-03-29 15:42:43   ENQERE - Bi Biryarnameya Serokomariyê Rêziknameya sererastkirina înfazê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Parêzera OHD'ê Nuray Ozdogan, ku rêzikname lêkolîn kir, diyar kir ku hikûmet bi vê rêzîknameyê dê sepandinên hiqûqa înfaza dijminantiyê berdewam bike.    Îro Bi Biryarnameya Serokomariyê Rêziknameya sererastkirina Înfazê di Rojnameya Fermî bi Hêjmara 2324 ya biryara Serokomariyê hat weşandin. Rêziknameya 2006'an ji meriyetê rakirin û li şûna wê rêziknameya nû bi cih kirin.    Rêziknameya guhertina înfazê ku di cemaweriyê de wekî “Efû" hat gotin, hefteya borî ji aliyê AKP'ê ve hat amadekirin û pêşkêşî partiyên siyasî hate kirin. HDP'ê nerazibûnên xwe yên li dijî rêziknameyê anîbûn ziman. Li gel uk AKP’ê pêşnûma amade kir jî ji ailyê Serokomariyê ve guhertina înfazê bi biryarek wisa ket meriyetê û bal kişand ser xwe.    BÊ HIQÛQÎ JI VÎRÛSÊ BI LEZTIR E'    Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji Bo Azadiyê (OHD) Prz. Nuray Ozdogan, piştî rêzikname lêkolîn kir nirxandin kir. Ozdogan, anî ziman ku ev pêşnûma bêyî ku bibe zagon, guhertina wê li dijî rêgeza “Zagonîbunê" ye. Ozdogan, wiha got: "Di van rojên ku hevî û bendewariya ku her kesî li gorî rêgeza wekhevî, bêcudakarî serbest berdin zêde bû, bêyî vîna meclîsê li ber çavan bigirin, rêzikname bi hin guhertinan di rojnameya fermî de îlan kirin. Ev bêqûqî mixabin ji vîrûsê bi leztir belav dibe. Rêzîknameya ku ket meriyetê mafê girtî yê jiyanê naparêze. Mafê girtî yê tenduristiyê naparêze. Carek din hat ditin ku bi vê yekê dê dê sepandina hiqûqa dijminantiyê berdewam bike.  Dê bi vê yekê kesên pêwiste bên cezakirin, neyên cezakirin. Bi taybetî li gorî xala 32'an wê bersûc bên ceza bên hiştin.    DI RÊZIKNAMEYÊ DE KURDÎ NEDÎTIN   Prz. Ozdogan, anî ziman ku di xala 56'emin de girtiyên ku bi Tirkî nizanin ên ji welatên biyanî, bi zimanê xwe an jî bi Fransî, Almanî, Îngîlîzî, heq û erka xwe bîne ziman. Ji bo ji bo Kurdî tiştek nehat got. Li aliyê din bi deh hezaran girtiyên zimanê wan Kurdî ne girtî ne.