Ji Girtîgeha Hesekê hin DAIŞ’î reviyan 2020-03-30 11:25:03 HESEKÊ – Li bajarê Hesekê li girtîgeha 5 hezar DAIŞ’î lê girtî ne alozî derket. Hêzên ewlekariyê girtîgehê dorpêç kirin û hat ragihandin hin DAIŞ’î reviyane. Li Girtîgeha Sîna ya bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ’iyên girtî alozî derxistin û helw dan birevin. Tê gotin ku 5 hezar girtiyên DAIŞ’ê li wir ragirtîne û duh bi şev xwestine birevin. Hêzên ewlekariyê sewqî derdora girtîgehê hatin kirin û girtîgeh dorpêç kirin. Balafirên Koalîsyona Navnetewî jî li asîmanan firiyan.    HIN DAIŞ’Î REVIYAN    Hat gotin ku DAIŞ’ên hemwelatiyên nêzî 50 welatên cuda ne li wê girtîgehê ne. Midurê girtîgehê Rûbar Hesen têkildarî mijarê daxuyanî da û da zanîn ku DAIŞ’iyan dîwar şikandine û hin ji van DAIŞ’iyan reviyane.    Televîzyona dewletê ya Sûriyê jî ragihand ku 12 DAIŞ’î reviyane.   RÊVEBERIYA XWESER HIŞYAR KIRIBÛ   Rayedarên Rêveberiya Xweser beriya niha hêzên navnetewî hişyar kiribûn û ragihandibûn ku ev girtîgehên DAIŞ lê girtî ne tehdîtê pêk tîne.