Wezîrê Dadê: Personêlên girtîgehan wê neçin malên xwe 2020-03-30 14:24:31   ENQERE – Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, diyar kir ku ji îro şûn de personelên girtîgehan li gorî demên ku hatine diyarkirin dê neçin malên xwe û li cihên îzolekirî bimînin.   Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, têkildarî bergiriyên ku li dijî vîrûsa koronayê li girtîgehan girtine daxuyaniyek da. Gul, diyar kir ku ji îro şûn de personelên girtîgehan li gorî demên ku hatine diyarkirin dê neçin malên xwe û li cihên îzolekirî bimînin.   Gul, her wiha têkildarî kesên ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî li wan lêpirsîn hatine vekirin jî agahî da û ragihand ku di nav 2 hefteyan de li serdozgeriyên 58 bajaran derbarê 459 kesan de ji ber parvekirinên wan ên li ser medya civakî lêpirsîn hatine destpêkirin.