Keştiya Ro-Ro ya li Deryaya Egeyê bi şika vîrûsê li holê ma 2020-03-30 14:40:07 ÎZMÎR - Keştiya Ro-Ro ya Îspanya ku daket Deryaya Egeyê bi şika kesên bi vîrûs têde hene ku kentav wê qebûl nakin û li benda alîkariyê ye. 3 kesên di keştiyê de ji bo tedawiyê têne rawestandin.  Keştiya Ro-Ro ya ku maşîneyên bi teker ên aydî El Venizelosê ya girêdayî Şirketa Miray lnternational dikişîne, li Derya Ege li holê ma. Keştiya Ro Ro di 9'ê Adarê de ji Kendava Çeşme Ulusoy bar bir Îspanyayê. Lê bi şika rêwişê bi vîrûs têde hene tu kendave îspanyayê ew qebûl nekir û dîsa vegegeriya Tirkiyeyê. Keştî li nêzî kendava Pîre ya Yewmenistanê asê mabû.    Xebatkarekî keştiyê ku xwe gîhand ajansa me diyar kir ku di keştiyê de 3 kesên nexweş hene û ji ber bijîşk tune hemşîre bi van nexweşan eleqeder dibe. Xebatkar anî ziman ku hemşîre agahî daye xwediyê fîrmayê û li bendê bûn ku yekîneyên tenduristiyê bihatana. Lê heta niha tu  kes bi hawara wan nehatiye. Ji kerema xwe re alîkarîyê bidin.2    Şîrketa Miray lnternational bersiv nedan pirsên ajansê.