SES’ê têkildarî zarokên bi koronayê ketine daxuyanî da 2020-03-31 12:04:00   MÊRDÎN – Şaxa SES’ê ya Mêrdînê eşkere kir ku li nexweşxaneyê zarokên testa wan vîrûsa koronayê pozitîf derketiye û zarokên din ên nexweş li heman unîtedê tê ragirtin.    Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Şaxa Mêrdînê têkildarî zarokên bi nexweşîna vîrûsa koronayê ketine daxuyanî da. Şaxa SES’ê diyar kir ku 3 zarokên li nexweşxaneya Mêrdînê testa wan a vîrûsa koronayê pozitîf derketine û zarokên din li Unîteya Beşa Lezgîn a Zarokan tên ragirtin. Şaxa SES’ê da zanîn ku ev îdia di 29’ê adarê de gihîştiye ber destê sendikaya wan û li ser vê yekê randevu ji Miduriyeta Tenduristiyê ya Mêrdînê xwestine û di 30’ê adarê de bi miduriyeta tenduristiyê re hevdîtinek pêk anîne.    ‘DIVÊ XEBATKAR WERIN PARASTIN’    Şaxa SES’ê daxuyand ku miduriyetê ji wan re gotiye têkildarî mijarê rêveberiya nexweşxaneyê lêpirsîn daye destpêkirin. Şaxa SES’ê got mudiruetê gotiye ku hemû personelên serwîsê mîna ku testa wan pozîtîf derketibe biryara şopandina wan hatiye dayîn û ji ber vê yekê jî unîteyên bi ê meseleyê eleqedar veguherandine karantînayê. Şaxa SES’ê diyar kir ku pêwîste li rêgezên îzolasyonê baldar bin û kedkarên tenduristiyê bi awayek têrkirî nayên parastin û ji bo werin parastin divê ekîpmanên wan werin dabînkirin û dê ev yek şewbê asteng bike. Şaxa SES’ê got divê xebatkarên tenduristiyê bi awayek silamet werin parastin.    MIDUR: TIŞTA PÊWÎST ÇI BE TÊ KIRIN    Têkildarî mijarê em li Midurê Nexweşxaneyê geriyan û Midur îdiayan derwand û got: “Li nexweşxaneya min tişta pêwîst çi be tê kirin. Ez dixwazim hûn viya zanibin.”