‘Qeyûn herî zêde êrîşî destkeftiyên jinan dike' 2020-03-31 12:18:29   MÛŞ - Hevşaredara Kopê ya Mûşê Eylem Saruca, diyar kir ku qeyûm herî zêde êrîşî destkeftiyên jinan dike û wiha got: "Polîtîkaya qeyûman êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê ye."    Bertek û nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dike. Piştî wezîrê karên hundir qeyûm tayînî 8 şaredariyên HDP'e kirin û hevşaredar girtin, bertek zêdetir bû. Hevşaredara Kopê ya Mûşê ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin Eylem Saruca, diyar kir ku wan bi zor û zahmetiyan şaredarî qezenç kir û wiha got: "Hemû polîs, esker û rayedarên hikûmetê tev bûn yek û ketin pêvajoya hilbijartinê. Me li dijî hevkariya hemûşan dîsa şaredarî qezenç kir. Me tevî hemû astengiyên li pêş xwe şaredarî bi dest xist. Piştgiriyaherî mezin gelê me da me. Me şaredarî ji qeyûman dewir girt. Dema me şaredarî dewir girt, qeyûman her talan û wêran kiribûn. Me di 8 mehan de hewl da şaredariya civakî û demokratîk pêş bixin. Dema me ev xizmet kir em dîsa rastî gelek astengî û zahmetiyan hatin."   DÎSA SIYASETA ZORÊ DI MERIYETÊ DE YE'   Saruca, anî ziman ku wan şaredariya talankirî ji qeyûm dewir girtin û di nava tunebûnê de hewl dan xizmetê bibin civakê û wiha lê zêde kir: "Îqtîdarê di 17'ê qanûnê de dîsa hişmendiya xezpê xist meriyetê. Dîsa serî li rêya zor û bê hiqûqiyê dan. Bi zorê dest danîn ser vîna gel."    'PERGALA HEVSEROKATÎYÊ KIRIN HEDEF'    Saruca, da zanîn ku HDP’ê bi pergala Hevserokatiyê modelek nû ava kir û ev model ji hemû cîhanê re bû mînak û wiha bi dawî kir: "HDP'ê bi modela hevserokatiyê ji vîhanê re bû mînak. Ji ber jinê di rêveberiyê de cih girt û ket nava têkoşînê pergal ji vê yekê tirsiya. Ya ku civaka demokratîk pêş bixe têkoşîna jinê ye. Vê yekê pergala yek zilamî xist nava tirsê. Ji ber ve yekê tayînkirina qeyûman pergala hevserokatî û hevşaredariyê dike hedef. Têkoşîna azadiya jinê dike hedef. Pergala demokratîk dike hedef. Îqtîdar jinê û destkeftiyên jinê dike hedef."