Li gorî anketa TTB’ê xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de ne 2020-03-31 12:42:34   ENQERE – Li gorî anketa TTB’ê xebatkarên tenduristiyê diyar dikin ku ji bo vîrûsa koronayê cihek cuda yê mekanek tiraj nehatiye temînkirin û di bin rîskek mezin de dixebitin.     Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) di 20’ê adarê de ji bo xeterya vîrûsa koronayê li ser xebatkarên tenduristiyê anketek dabû destpêkirin. Endamên hefteya duyem a ankete eşkere bûn. Hezar û 630 xebatkarên tenduristiyê bersiv dane vê anketê û balê dikişînin ser şertên neyînî yên xebatê û kêmasiya kelûpelên nexweşxaneyan û xebatkar didin diyar kirin ku ev kêmasî didomin. Xebatkar didin zanîn ku ji bo teşhîsa taybet û tedawiyê perwerdehî nehatiye dayîn û hejmara xebatkaran nehatiye zêdekirin û ew nikarin pirsgirêkên dibînin ji rêveberiya asta bilind re ragihînin.    Li gorî anketa TTB’ê xebatkarên tenduristiyê diyar dikin ku ji bo vîrûsa koronayê cihek cuda yê mekanek tiraj nehatiye temînkirin û di her cûre kelûpel de kêmasî hene û di bin rîskek mezin de dixebitin.   TTB ji bo xebatkarên tenduristiyê dikaribin bi pandemiyê re têbikoşin û şertên wan werin başkirin bang li Wezareta Tenduristiyê kir.