Ji ber nûçeyên têkildarî vîrûsa koronayê Rojnameger Oktay Candemîr vexwendin îfadeyê 2020-03-31 13:06:13   WAN – Ji ber nûçeyên ku tekildarî vîrûsa koronayê û qarantînayê çêkiriye, emniyetê Rojnameger Oktay Candemîr vexwend îfadeyê.   Li Wanê, ji ber nûçeyên ku tekildarî vîrûsa koronayê û qarantînayê çekiriye, Miduriyeta Polisan a Wanê Rojnameger Oktay Candemîr vexwendin îfadeyê. Ji ber parvekirinên li ser medya civakî lêpirsîn li Oktay hat vekirin. Candemîr, polisê ku lê geriyaye re gotiye ku heke ji bo vîrûsê be nayê û polis jî jê re gotiye tuyê hefteya bê bêyî.   40 KES VEXWENDINE QEREQOLÊ   Candemîr, herî zêde bi sûcdariya “heqareta li serokkomar kiriye” hatiye darizandin û di nav 4 salan de 40 carî ji bo qereqolê hatiye vexwendin û derbarê wî de 25 doz vebûne. 3 caran bi ser mala wî de hatiye girtin û bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û 2 sal in diçe qereqolê îmze davêje. Di sala 2019’an de dema ku nûçeyeke têkildarî çalakiya greva birçîbûnê dişopand ji aliyê polisan ve bi derpkirinê hatibû binçavkirin û bi angaşta “berhingariya polis” doz le hatibû vekirin. Di karê xwe yê 18 salan de salek jî li girtîgehên Silîvrî û Kandirayê girtî maye.