Di EBA TV de perwerdehiya ‘zayendperest’ 2020-03-31 17:02:44 ENQERE – Di EBA TV de piştî “dika darvekirinê” îro jî di bin navê “Tiştên li malê werin kirin” vîdeoyên zayendperest hat weşandin. Sekretera Giştî ya Egîtîm Senê Derya Yolcu got: “Zarok li dibistanan ji tiştên vê yekê xerabtir re rû bi rû dimînin.”  Ji ber şewba vîrûsa koronayê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê pergala perwerdehiya ji dûr ve xist meriyete û li ser EBA TV ders tê dayîn. Hefteya bihûrî EBA TV “dika bidarvekirinê” weşandibû û bertek nîşanî vê yekê hatibû dayîn. Di heman televîzyonê e îro jî vîdeoyên zayendperest hatin weşandin. Di vîdeoyan de hat dîtin ku zilamek deng dike û ango ferman dide û jinek jî wê fermanê pêk tîne. Fermanên wek “pijandina hêkê”, “ûtîkirin”, “amadekirina maseyê”, “qatkirina cilan” û her wekî din tiştên li malekê tên kirin dide nîşandan. Ev fermanên balkêş ji aliyê jinekê ve tê kirin.     ‘MUFREDAT ZAYENDPEREST Û NIJADPEREST E’    Sekretara Giştî ya Jinên Sendîkaya Egîtîm Senê Derya Yolcû têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku rolên zayendperest empozeyî zarokan dikin. Yolcû da zanîn ku rolên mêranî û jinêtiyî yên li ser esasen rolên zayendeperestiya civakî empozeyî zarokan dikin û got: “Vê yekê her tim dikirin. Bi salane em vê tînin rojevê. Newekheviya zayendiya civakî di bi rêya perwerdehiyê tê dayîn. Zarokan bi vî awayî jehr dikin. Mufredat bixwe zayendperest e. Zarok li dibistanan ji tiştên vê yekê xerabtir re rû bi rû dimînin. Lê binêrin sehneya îdamê ji ber çavê me reviya. Lê bele binêrin peyderpey hemû henin. Xwedî naverokek zayendperest, nijadperest e.”