Teklîfa înfazê berpêşî Meclîsê hat kirin: Girtiyên siyasî ne di nav de ne 2020-03-31 17:59:29     ENQERE - Serokwekîlê Koma AKP'ê Cahît Ozkan, di daxuyaniya xwe ya der barê pêşnûmaya qanûna înfazê de got, sûcên zayendî, tiryak, şideta li hemberî jinê, kuştina mirovan û "teror"ê wê daxilî nav qanûna navbirî neyên kirin.    Serokwekîlê Koma AKP'ê Cahît Ozkan, der barê teklîfa qanûna înfazê de li Meclîsê daxuyaniyek da. Li gorî agahiyên ku Ozkan dane; teklîfeke 70 xalî hatiye amadekirin. Wê cezayên zayendî, cezayên tiryakê, cezayên kuştina bi qesdî, cezayên şideta li dijî jinê û cezayên "teror"ê daxilî nav vê qanûnê neyên kirin.    Ozkan got: "Ji ber vê şewbê, hejmara tevî kesên wê ji girtîgehên vekirî derkevin û biçin rûniştgehên xwe 90 hezar e. Xebatên meclîsê li gorî tuzîka hundirîn tên birêvebirin. Me teklîfa xw eberpêş kiriye. Wê serokê komîsyona me ya edaletê bang li endamên xwe bike û wê komîsyon herî dereng roja pêncşemê li hev kom bibe û dest bi hevdîtinên vê qanûnê bike. Heger hefteya bê biryareke nû neyê girtin û destek bê dayîn wê roja sêşemê jî hevdîtinên Desteya Giştî dest pê bikin. Ji ber şewba Covîd-19'yê heye, ji helwestên siyasî wêdetir wê xebatên desteya zanistê esas bên girtin. Heta ev xetere dewam bike wê wezareta me ya dadê jî di çaçroveya xetereyê ya desteya zanistê de biryaran bigire. Ev sererastkirina demborî sererastkirineke destûrê ye. Niha li girtîgehên vekirî hikumxwarên hikmê wan hatine înfazkirin û detûrên wan hene. Em bi vê sererastkirinê re destûra ji bo girtîgehên vekirî dorfirehtir dikin. Wê ev kes di vî 2 mehî de bidestûr bin. Mafê Wezarera Dadê heye ku vî mafî du caran dirêj bike."    Ozkan, diyar kir ku nêzî 45 hezar kes bandor ji vê daşikandina înfazê girtine û got, tevî girtîgehên vekirî ev hejmar digihê 90 hezar kesî. Ozkan, got: "Înfaza mayînde wekî 1/2 hatiye sererastkirin. Em hewl didin ku di berdana kontrolkirî de bêcezatiyê ji holê rakin. Wê di serbestberdana kontrolkirî de cezayek li gor hikmê hatiye birîn hebe. Em hewl didin cezayê selefxuriyê zêdetir bikin"   Li gor daxuyaniyên Ozkan; dema serbesterdana kontrolkirî bibe 3 sal; wê jinên 65 salên xwe temam kiribin û zarokên wan ên 0-6 salî hebin, nexweşên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bikin wê di hepsa malê de bin; hikumxwarin sûdê ji vê qanûnê bigirin, ji ber vîrûsa coronayê wê cezayê wan du mehan li derev bê înfazkirin.