Ji ber nûçeyên der barê coronayê de rojnamevan Kanbal dan ber lêpirsînê 2020-03-31 18:32:34     MÊRDÎN – Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber nûçeyên der barê vîrûsa coronayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Der barê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin. Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê ji ber nûçeya bi ser navê "Zarokên testa wan pozîtîf derketiye tevî zarokên din di heman unîteyê de ne" gazî Kanbal kir. Polîsan ji Kanbal re gotiye, ji ber vê nûçeyê der barê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.