Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê girtiyan ji ber vîrûsa coronayê îsyan kir 2020-03-31 20:59:14   WAN - Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisaç ragihand ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ji ber me tirsiya vîrûsa coronayê û negirtina tevdîran îsyan kiriye.   Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê, girtiyên edlî îsyan kir. Hat diyarkirin ku ji ber ku daxilî nav teklîfa qanûna înfazê nehatine kirin û ji ber ku li dijî vîrûsa coronayê tevdîr nayên girtin îsyan kirine. AKP'ê îro teklîfa qanûna înfazê berpêşî meclîsê kiribû.    Hat derpêşkirin ku girtiyên li derî û paceyan dane, agir bi qawîşekê xistine. Îtfaiyeyên sewqî girtîgehê hatin kirin jî mudaxileyî şewatine kirine. Lê belê nehat hînbûn ku ka li girtîgehê kes birîndar bûye an jî miriye. Piştî bûyer rû da xizmên girtiyan jî berê xwe dan ber girtîgehê.    Her wiha Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî ragihand ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê, ji ber negirtina tevdîrên li dijî vîrûa coronayê girtiyan îsyan kiriye.    Sarisaç, li ser heabê xwe yê twîtterê got: "Li gor agahiyên bi dest me ketine; li Girtîgeha Tîpa M a Wanê, ji ber metirsiya vîrûsa coronayê û ji ber negirtina tevdîran îsyan kiriye. Niha gelek îtfaiye û wesayîtên zirxî çûne wir û mudaxileyî girtiyan dikin. Li hemberî coronayê deverên herî talûke girtîgeh in. #İnfazdaEşitlikYaşatır”.