ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-01 09:02:50     * Karkerên di fabrîkayên tekstîlê de dixebitin, destûra wan a heftane hatiye betalkirin û li cihekî 150 kesî bêyî lepik û maske dixebitin.    * Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Karakiş, got: "Ji bo em ji derheqê vê nexweşînê derkevin an divê em çavkaniyên welat seferber bikin û dev ji aboriya rantê berdin an jî em ê grafîkên mirina mirovan bişopînin."    * Daxwaza ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 85 salî bi hinceta "dibe ku bireve" hat redkirin.    * Rojnamevan Nedîm Turfent ku di Girtîgeha Wanê de ye, diyar kir ku li kampusa ku 3 girtîgeh lê ne di malbata gardiyanekî de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin û bal kişand ser metirsiya girtiyan.     * Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku nêzîkatiya dewletê ya ji bo tevdîrgirtinên girtîgehan weke bombeyeke bi saet lê dike. Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan jî diyar kir ku heke girtî neyên berdan vîrûsa coronayê dê bibe sebebê mirina bi hezar girtiyan.   * Bavê girtiyê nexweşê giran Îdrîs Başaran ê 26 salin girtiye Mehmet Emîn Başaran, pirsa “Kanê edaletê?” ji AKP’ê pirsî û bertek nîşanî pêşnûmeya înfazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih nagirin da.   * Kampa penaberan a Mexmûrê 9 mehin di bin ambargoya PDK'ê de ye. Li gel talûkeya şewba vîrûsê jî ambargo didome û rayedarên kampê nikarin pêdiviyên tibbî temîn bikin. Rayedaran anîn ziman ku hemû derfetên wan ên tenduristiyê xelas bûne û gotin: "Eger ku felaketek bê serê gel, rayedarên hikûmeta herêmî û neteweyî berpirsiyar e."     * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin.    * Yekemîn danişîna Elîf Kisa (64 ) ya berî 4 mehan hat girtin û li Girtîgeha Elbîstanê dimîne, wê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mereşê bê dîtin. (13.00)