Karkerên bê lepik û maske tên xebitandin: Destûra me ya heftane jî hat betalkirin 2020-04-01 09:05:52   EDENE - Karkerên di fabrîkayên tekstîlê de dixebitin, destûra wan a heftane hatiye betalkirin û li cihekî 150 kesî bêyî lepik û maske dixebitin.    Ji bo vîrûsa coronayê li ser hev du bang tê kirin ku "di mal de bimînin". Lê belê li Edeneyê karkerên li tektîlan dixebitin diyar kirin ku li kargehê tevdîr nayên girtin.    T.Z., diyar kir ku 8 sal in dixebite û got, li fabrîkaya berê bêyî ku heqê xwe bistînin ji kar hatine derxistin û niha jî bi rêya ÎŞKÛR'ê di vê fabrîkeyê de dixebite. T.Z., anî ziman ku berî şewba coronayê roja yekşem û duşeman nedixebitîn, lê belê nha her roj dixebitin. T.Z., destnîşan kir ku li kargehê tu tevdîr nayên girtin û got: "Em 200 kes in. Cihê kar nayê dezenfektekirin, maske û lepik tunene. Serwîs ji bo 16 kesa ye, lê em 26 kes lê siwar dibin. Li xwaringehê jî em pev re dişixulin. Em bi mirinê re rû bi rû ne."    'BILA DEWLET PEYWIRA XWE BIKE'    T.Z., bal kişand ser bangawaziya "di mal de bimînn" û got: "Heger ez dernekevim wê kî nan bîne mala min? Em hefteyekê neşixulin em ê birçî bimînin. Lê ev ji bo zengînan ne wiha ye. Heger hilberîn dewam bike, nexwe divê tevdîr bên girtin û cihê kar tim bê kontrolkirin. Divê heta şewb biqede fatûreyên av û ceryanê yên welatiyan nestînin û lazmatiyên wan hemû bên peydakirin. Em naxwazin ne ji ber vîrûsê ne jî ji birçîna bimirin. Bila dewlet peywira xwe bi cih bîne."    Karker R.B. jî anî ziman ku li kargehan tevdîr nayên girtin û karker tên xebitandin. R.B., bal kişand ser zor û zehmetiya şert û mercên xebatê û got: "Serwîs heta dev tije dibin. Kargeha me 2 qatî ye. Em 150 kes di nav hev de dişixulin. Jiyana me di xetereyê de ye. Hin karker bêheq şandin destûrê. Li malê tenê ez dişixulim. Ez jî nexebitim wê kî debara malbata me bike. Ji xwe dewlet alîkariyê nake. Alîkariya karkeran nake. Tenê alîkariya patronan dike. Divê dewlet xwedî li welatiyan derkeve."    MA / Hamdûllah Kesen