Rojnamevan Turfent: Di malbata gardiyanekî de corona hatiye tespîtkirin! 2020-04-01 09:07:38   WAN - Rojnamevan Nedîm Turfent ku di Girtîgeha Wanê de ye, diyar kir ku li kampusa ku 3 girtîgeh lê ne di malbata gardiyanekî de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin û bal kişand ser metirsiya girtiyan.     Nûçegihanê DÎHA'yê ku bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent, di 29'ê Adarê de ji Girtîgeha Wanê telefonî malbata xwe kir. Turfent, bi rêya malbata xwe ragihand ku li kampusa ku 3 girtîgeh lê ne di malbata gardiyanekî de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin û bal kişand ser metirsiya girtî û hikumxwaran.    Rojnamevan Turfent bi telefonê bi xwişka xwe Şehrîstan Turfent re axivî.    Xwişk Turfent, anî ziman ku wekî malbatên girtiyên din fikarên wan jî hene û got: "Li Girtîgeha Tîpa F di malbata gardiyanekî de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin. Ji ber vê em bifikar in. Gelo ew gardiyan diçe cihê ku girtî lê ne? Dest dide xwarina wan? Min ev yek ji malbata xwe re negot, ji bo dê û bavê min li ber nekevin."    ‘EM DITIRSIN'    Turfent, anî ziman ku li girtîgehan li dijî vîrûsa coronayê baş tevdîr nayên girtin û got: "Em mala xwe paqij dikin. Lê ka eew çawa dikin? Dikarin bikin? Kolonya qedexeye, nadin wan. Lê gelo amûrên din ên paqijiyê didin wan? Em nizanin. Birayê min got, 'Her kes ji heman quşxanê xwarinê dixwe.' Gelo ev çi qasî hijyenîk e? Em ditirsin, metirsiyên me hene."    ‘EDALET JI BO HER KESÎ'    Xwişk Turfent, bal kişand ser teklîfa înfazê ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatiye kirin û got: "Ev neheqiyeke mezin e. Pakêtên darazê divê ji o girtiyan hemûyan be. Axirê giş can in. Bila ji bo siyasiyan jî tiştekî bikin. Lê mixabin em dibînin bêedaletiyek heye. Pirsgirêka niha prigirêkeke navneteweyî ye. Mirov ketine etra canê xwe. Çima bêedaletiyeke wiha dikin? Bira qanûneke ku girtiyan hemûyan daxilî nav xwe dike çêbikin. Em edaletê dixwazin. Niha gişt di xetereyê de ne. Qet nebe heta vîrûs biqede bira wan berdin."