'Li Girtîgeha Ordûyê 3 rojan av nedane girtiyan' 2020-04-01 10:38:23 MÊRSÎN - Vedat Bozkûrtê ku di Girtîgeha Ordûyê de ye, anî ziman ku 3 rojan av nedane wan û paşê ava dane jî biherî bûye û got, ji bo vîrûsa tenduristiyê jî tu tevdîr nayên girtin.    Vedat Bozkûrtê ku di Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê de ye, duh serê sibehê telefonî bavê xwe Cafer Bozkûrt kirye. Bozkûrt, ragihandiye ku li girtîgehê li dijî vîrûsa coronayê tu tevdîr nayên girtin û sê rojan av nedane wan.    Bav Bozkûrt, anî ziman ku heger şewb li girtîgehê belav bibe wê gelek girtî jiyana xwe ji dest bidin û xwest rojek berî rojekê girtî bên berdan. Bozkûrt, diyar kir ku kurê wî nêzî 9 sal in di Girtîgeha Ordûyê de ye û got, ew piştgiriyê nadin qanûna înfazê ya nû.    ‘EV NE EDALET E'    Bozkûrt, gotÇ "3 rojan av nedane wan. Piştî vê jî ava bi herî dane wan. Piştî şewb belav bûye tu lepik û maske nedane wan. Hejmara wan jî zêde ye. Heger yek jê pê bikeve wê hemû pê bikevin. Serokomar ji welatiyan re dibêje, 'Ji mal dernekevin, maske û leipkan bi kar bînin. Tevdîrên xwe bigirin.' Lê li girtîgehan ji bo girtiyan tiştek jî nayê kirin. Ev tevdîreke çawa ye. Divê bêyî cihêkarî girtî hemû bên berdan. Wê bi vê qanûna nû re kiryarên tecawizê, diz bên berdan, lê wê girtiyên siyasî li wir bimînin. Ev ne edalet e. Bira kurê min berdin. Zirara kurê min negihîştiye kesî. Tenê tişta kiriye siyaset e. Bang li serkomar û Wezareta Dadê dikim. Heger tiştek bê serî kurê min berpirsiyar ew in, ne kesekî din e."   Şehmûz Fîlîz ku birayê wî Mehmet salîh Fîlîz di Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê de ye û pençeşêr lê peyda bûye, anî ziman ku piştî şewba vîrûsa coronayê jiyana birayê wî bêtir ketiye xetereyê û xwest rojek berî rojekê birayê wî bê berdan.    Fîlîz, diyar kir ku ji ber ku birayê wî nexweş e wê zû bandorê ji şewba coronayê bigire û got: "Ji xwe rewşa birayê min ne li gor şertên girtîgehê ye. Piştî vê şewb çêbû, fikarên me zêde bûn. Loma ewilî divê girtiyên nexweş û bi giştî jî hemû girtî bên berdan. Qanûna înfazê divê tenê ne ji bo hin sûcan, divê bibe efûyeke giştî. Birayê min duh telefonî birayê min Emrah Fîlîz kiriye û gotiye, ji ber nexweşîna wî fikarên wî zêde bûne. Ji ber çûn hatina girtîgehan pir e, fikarên me jî zêde ne. Berî tiştek nebaş bqewime divê girtî hemû bên berdan."    MA / Ergîn Çaglar