Serokê Odeya Bijîşkan a Aydinê: Heger wisa dewam bike wê pergala tenduristiyê xera bibe 2020-04-01 11:07:26 AYDIN - Serokê Odeya Bijîşkan a Aydinê Dr. Hakan Karagozlu, anî ziman ku herger şewb berbelav bibe wê pergala tenduristiyê xera bibe û got: "Mînak Îtalya ye. Li mala xwe qeyrana dil derbas dikin, lê nikarin ambulansekê jî peyda bikin. Îhtimala ku pergala tenduristiyê xirab bibe pir zêde ye."  Serokê Odeya Bijîşkan a Aydinê Hakan Karagozlu, bibîr xist ku vîrûsa coronayê li seranserê cîhanê belav dibe û li pêvajoya wê bi awayekî zelal nayê birêvebirin.    ‘JI BO TEVDÎRGIRTINÊ DERENG MAN'    Karagozlu, destnîşan kir ku gava vîrûs li Tirkiyeyê belav bû, tevdîr dereng hatin girtin û got: "Lê belê di vî warî de amadekariyên me tunebûn. Herî dawî gava welatiyên ji umrê vegeriyan ev şewb aşkere û û zûzûka belav bû. Em Konseya Navendî ya Odeya Bijîşkan dibêjin ku demildest divê tevdîr bên girtin. Lê belê di warê tevdîran de pir dereng man."    Karagozlu, bal kişand ser nedaxilkirina TTB'ê ya nav Desteya Zanisstê û got: "Em xebatkarên tenduristiyê bi rastî jî tecrûbeyn me pir in û divê sûd ji van tecrûbeyan bê girtin. Niha em dervayî vê pêvajoyê ne. Em li gor derfetên xwe ji bo bijîşk û xebatkarên tenduristiyê çi hewce be dikin."    DIVÊ XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ BÊN TESTKIRIN    Karagozlu, anî ziman ku piştî şewb belav bûye xebatkarên tenduiristiyê jî bi gelek pirgsirêkan re rû bi rû mane û got, bi taybetî jî di warê ekîpmanê de. Karagozlu, destnîşan kir ku ekîpmanên parastinê bi awayekî şexsî tidarik dikin û got, odeya me ekîpman kirîne û wê roja duşemê li bijîşkan belav bike.    Karagozlu, destnîşan kir ku divê bi awayekî rêk û pêk xebatkarên tenduiristiyê bên testkirin û got: "Ên herî zêde di koma rîskê de ne xebatkarên tenduristiyê ne. Rasterast bi nexweşan re dibin muxatab. Îhtimala wan î enfete bibin pir zêde ye. Heger em nexweş bin em ê karibin gelek kesan nexweş bikin. Heta bi awayekî rêk û pêk testa etnduristkaran neyê kirin wê têkoşîna li dijî şewbê ne mimkun be. Kîtên me yên lezgîn tunene. Ên bi rîskeke mezin re rû bi rû dimînin jî xebatkarên beşa lezgîn in."    ‘BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE NAKIN'    Karagozlu, destnîşan kir ku divê Wezareta Dadê agahiyan herêm bi herêm parve bike û got: "Em dixwazin xebatkarên tenduristiyê zanibin ka çend kes nexweş ketine. Em di vê de israr dikin. Heger li weqayên li Aydinê bên aşkerekirin wê mirov jî li gor wê tev bigerin û tevdîrên xwe bigirin. Dibêjin 'ji bo panîkek çênebe em aşkere nakin'. Tenê xwe dispêrin vê gotinê."    RÎSKA XERABÛNA PERGALA TENDURISTIYÊ    Karagozlu, detnîşan kir ku her diçe şewb girantri dibe û got, pêbîniya mirovên zanyar ew e ku di salekê de milyar û nîv mirov enfekte bibin. Karagozlu, destnîşan kir ku heger şewb zû berbelav bibe wê pergala tenduristiyê xera bibe û got: "Di rewşeke wiha de em bijîşk em ê tenê nikaribin bi vîrûsê re bilî bibin. Wê beşên awarte û nivîn kêm bimînin. Wê kesên ji xeynî vîrûsa coronayê li kuderê bên tedawîkirin? Mînak Îtalya ye. Li mala xwe qeyrana dil derbas dikin, lê nikarin ambulansekê jî peyda bikin. Îhtimala ku pergala tenduristiyê xirab bibe pir zêde ye."    MA / Esra Solîn Dal