‘Hêj ne dereng e dayika min a 70 salî berdin 2020-04-01 12:21:09 WAN - Îsa Goren bang li rayedaran kir û xwest demek berî demekê dayika wî ya 70 salî Sitî Goren ya li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye serbest berdin û got: "Bêyî dereng bibe dayika min berdin."  Li Tirkiyeyê şewba vîrûsa Covît-19 her ku diçe belavdibe. Ji ber vê yekê malbatên girtiyan bi fikar in. Herî zêde malbatên girtiyên nexweş û girtiyên temen mezin bi fikar in. Bi sedan girtiyên nexweş li gel rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) dîsa nayên berdan. Yek ji malbata ku dixwaze girtiyên wan bê berdan jî malbata Goren e. Stî Goren a 70 salî tevî temenê xwe yê mezin û rapora ATK'ê dîsa nayê berdan. Kurê Stî Goren Îsa Goren bang li rayedaran kir û xwest dayika wî serbest bê berdan. Sti Goren di 2011'an de bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û girtin. Goren, piştî 9 mehan li Girtîgeha Bedlisê girtî ma, serbest hat berdan. Di sala 2018'an de dadgeha bilind der barê Stî Goren de 3 sal û 3 meh cezayê ku dadgeha herêmî birûbû erê kir û biryara girtinê da. Goren li ser vê yekê di mijdara 2019'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tipa T a Wanê. Goren ku hêj girtî ye û di 2 milên wê de platîn heye, di heman demê de nexweşa şekir û tansiyonê ye. Goren a 70 salî li gel gefên nexweşiya şeşba vîrûsê nayê berdan. Kurê Stî Goren Îsa Gören, anî ziman ku ji ber tenduristiya dayika xwe bi fikar e û xwest dayika wî bê berdan.    70 SALÎ Û NEXWEŞ E LÊ NAYÊ BERDAN   Îsa Goren anî ziman ku dayika wî 70 salî û nexweş e û xwest dayika wî serbest bê berdan. Goren wiha got: "Dayika min berê qeza derbas kir û di 2 milê wê de platîn heye. Dîsa nexweşa tansiyon û şekir e. Dayika min 70 salî ye û di koma riskê de ye. Ez bang li hemû Tirkiyeyê dikim. Di van rojên şewba vîrûsê belav dibe de, bêyî dereng bibe dayika min û hemû girtiyên nexweş û temen mezin serbest berdin    MA / Cemîl Ugur