Ji bo kampanya dildarî beşdariya bi darê zorê anîn 2020-04-01 12:59:39   ENQERE - Piştî Serokkomar Erdogan daxuyaniya kampanyaya “Em xwe bi xwe têrê dikin Tirkiya me” niha jî peyaman ji xebatkarên kargehên cemaweriyê re dişînin û dixwazin bi darê zorê xebatkaran beşdarî kampanyayê bikin.    Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi armanca piştevaniya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê kampanyaya “Em xwe bi xwe têrê dikin Tirkiya me” da destpêkirin. Piştî destpêkirina kampanyayê niha jî ji bo xebatkarên li kargehên cemaweriyê dixebitin dest bi şandina peyamên beşdariya kampanyayê kirin. Di peyaman de şertên beşdariya têkildarî kampanyayê jî dişînin. Peyam ji xebatkarên ango karmendên di saziyên dewletê yên wek Daraz, Miduriyeta Giştî ya Weqfan, Wezareta Perwerdehiyê û Şirketa Veguhezstina Petrolê (BOTAŞ) re dişînin. Di peyaman de beşdariya kampanyayê wek “neçarî” hatiye diyarkirin.  , çalışanlarına kampanyaya katılımla ilgili şartların da yer aldığı yazılar gönderdi. Uygulamalar, "Zorunlu bağış olmaz" denilerek eleştirildi.   Sendîka û hin kesên li van saziyan dixebitin li ser medya civakî bertek nîşanî sepana peyam şandinê dan û rexne kirin û gotin “Bexşa bi darê zorê nabe.”