Jiyana zarokê li Licê birîndar bû hêj di talûkeyê de ye 2020-04-01 15:28:39 AMED - Zarokê 11 salî Yusuf Yildirak ê li Gundê Pirik ê Navçeya Licê dema pez diçêrand, maddeyê teqemeniyê pêde teqîya û bi giranî birîndar bû, hêj talûkeya li ser xwe neavêtiye. Dermankirina Yildirak didome.    Zarokê 11 salê Yûsûf Yildirak ku li zeviya di navbera gundên Pirik û Ziyaret ên navçeya Licê ya Amedê de pezê xwe diçirandin, cîsmekî ku li erdê dît di deste wî de teqiya û bi giranî birîndar bû. Malbata Yildirak Yusuf rakir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Yildirak ê li nexweşxaneyê tê dermankirin hêj jiyana wî di xetereyê deye.    Bavê Yusuf Yildirak Ferhat Yildırak, anî ziman ku di bûyerê de xizmên wî bûne şahidê bûyerê û wiha got: "Niha mejiyê kurê min felç bûye. Lê tenê dilê wî hildibe. "