Şêniyên gund li dijî birîna daran dest bi nobetê kirin 2020-04-01 15:38:46 STENBOL – Li ber gundên Bûrsayê şirketek dixwaze tesîsa flotasyonê ava bike û tevî şewba vîrûsa koronayê jî avakirina vê tesîsê didome û darên li herêmê tên birîn. Şêniyên gundê Kîrazliyayla ji bo darên xwe dest bi nobetê kirin.  Li gundê girêdayî Kîrazliyayla ya girêdayî navçeya Yenîşehîra Bûrsayê şirketa bi navê Meyra ya kare madenê dike li gund dixwaze tesîsa flotasyonê (dewlemendkirina cevherê) ava bike. Şirketê li vê herêmê hefteya bihûrî dest bi birîna daran kiribû. Lê şêniyên gund pêşî li birîna daran girtin. Şirketa Meyra tevî şewba vîrûsa koronayê jî talankirina li vê herêmê didomîne û vê şewbê wek fersendek ji xwe re bikar tîne. Şirket duh li gel cendirmeyan çû herêmê û dîsa dest bi birîna daran kir. Şêniyên gund ku xwestin biçin herêmê û pêşî li birîna darên xwe bigirin lê cendirmeyan gundiyan asteng kir. Gundiyan ragihand ku nêzî 10 kamyon dar hatine birîn.    Şêniyên gund bertek nîşanî şirketê dan û li ser vê yekê carek din birîna daran hat sekinandin.    Endamê Platforma Hawîrdora Yenîşehîrê (YEÇEP) Şafak Erdem diyar kir ku piştî li ser banga “li malê bimîne” ya ji bo koronayê şêniyên gund herêmê terikandibûn û pişt re şîrketê vê rewşê ji xwe re veguherandiye fersendê û dîsa dest bi birîna daran kiriye. Erdem da zanîn ku şêniyên gund li dijî talankirina daran li herêmê dest bi nobetê kiriye.    ‘ŞIRKET XWEZAYA ME TALAN DIKE’    Ji Komeleya Parastina Xweza û Hawîrdorê (DOGADER) Mûrat Demîr jî bertek nîşanî talankirina daran da û got: “Welat di rojên awarte de derbas dibe lê şirketa madene vê rewşê jixwe re veguherandiye fersendê û dîsa dest bi talankirina daran kiriye. Em piştî hişyariya ‘li malê bimîn’ ji herêmê veqetiyan. Lê şirketa talanger dîsa li ser kar e. Vê şîrketê koronayê ji xwe re kiriye fersend xwezaya me talan dike. Em dixwazin biçin herêmê lê cendirme destûrê nadin me.”