Li dijî zagona înfazê metna hevpar: Yekîtî ji bo demên wisa ne 2020-04-01 16:45:45 ENQERE - Rojnameger, nivîskar, hunermend, akademisyen, siyasetmedar, hiqûqnas û parazvanên mafê mirovan jî di navde 245 rewşenbiran li dijî zagona înfazê metnê hevpar îmze kirin û diyar kirin ku yekîtî ji bo rojên wisa ne. 245 kesên di navde nivîskar, rewşenbir, rojnameger, siyasetmedar, akademîsyan, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û nûnerên rêxistinên civakî  hene, li dijî pakêta zagona înfazê ya ku AKP û MHPê amade kiriye  metnê hevpar amade kirin û îmze kirin. Kesên rewşenbir û pêşengên civakê, bi sernavê "Yekîtî û hevkarî ji bo roj û demên wisa girîng e" daxuyanî dan û xwestin her kes li dijî vê zagonê bertekên xwe bînin ziman. Koma nûnerên pêşengên civakê di metnê daxuyaniyê de anîn ziman ku ger pêdivî, hest û ramanê civakê piştguh bikin û cudakariyê texin navberê, dê rojên bêtir zor û zahmet derbas bikin. Rewşenbir û pêşengan xwestin demek berî demekê dawî li vê cudakarî û berberiyê bînin. Komê diyar kirin ku ew dixwazin bi hemû beşên civaka xwe re di nava aramî, aştî û asayî de bijîn û wiha gotin: "Îro tam dem dema yekîtî, hevkarî û tifaqa jiyana hevpar e. Dibe ku sibê pir dereng be Divê em li dijî vîrûsa corona ku bûye bela serê her kesî ji şer xêrê derxin. Dema ku can di talûkeyê de be divê em bîrdoziyên xwe dînin aliyekî. Divê em zanibin heta ber derî hemû girtîgeh tijî mirov bûne. Di doşekekê de 2 girtî radizên. Divê cudakarî nekevin nava wan. Lê zagona înfazê ku cudakariyê dixe navbera girtiyan pêşkêşi meclîsê kirin. Ev zagona înfazê me dixe nava fikaran. Dewlet kesên li dijî welatiyan sûc kiriye serbest berdide, lê kesên li dijî dewletê sûc kiriye wan di girtîgehê de dihêle. Ez zagona înfazê me pir dixe nava fikaran."