ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2020'AN 2020-04-02 09:00:09   * Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû diyar kir ku bi vîrûsa koronayê re bêçaretiya pergala kapîtalîst derketiye holê û torên piştevaniya gel ên hatin avakirin haveynê jiyana nû ye.   * Waniyên ku ji bo xwe ji vîrûsa coronayê biparêzin berê xwe didin ataran, herî zêde zencefîl û zeferanê distînin.    * Abdûlkadîr Dayan ku birayek wî 27 sal in û birayek wî jî 7 sal in di girtîgehê de ye, xwest girtî hemû bên berdan.    * Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Wanê bal kişandin ser vîrûsa coronayê û gotin: "Em bi piştevanî û parvekirinê dikarin ji derheqê vê pvajoya zehmet derkevin."    * Di vê pêvajoya ku vîrûsa corona (Covît-19) li hemû cîhanê belav dibe û li dijî wê tê gotin "Ji malên xwe dernekevin" de Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen bang li hemû malbatên kurd kir ku di van rojên şewba corona de vê derfeta li malê baş bi kar bînin û malên xwe bikin dibistanên kurdî.    * Hevseroka KCD’ê Leyla Guven xwest ku hêj komkujî çênebûyî deriyê girtîgehan bêne vekirin û got: “Li gelek welatan tedbîr hatin girtin û deriyê girtîgehan hat vekirin. Lê hêj li Tirkiyê deriyê girtîgehan nehetiye vekirin.”   * Aborînas Zafer Yoruk, têkildarî bandora şewbê ya li ser aborî û sektorên fînansê diyar kir ku piştî şewbê dê di sektorên fînansê de qeyran û kaos pêş bikeve. Yoruk, da zanîn ku bi vê yekê dê di jiyanê de guhertinên mezin pêş bikeve.    * Piştî vîrûsa corona li Tirkiyeyê belav bû û ji bo parastinê banga "Li mal bimîne" hat kirin, 18 jin ji aliyê mêrên li malê man ve hatin kuştin. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Hatîce Demîr, diyar kir ku bi biryara nû ya HSK’ê li dijî mafê jiyanê yê jinê, tenduristiya mêrê ku tundiyê li jinê dike tê parastin.    * Serokê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku vîrûsa coronayê dibe ku li girtîgehan bibe sedema rewşine giran û got, divê qanûneke înfazê ya wekhev demildest bê çêkirin.    * Îqtidara AKP'ê di vê pêvajoya vîrosa coronayê de çêkirina Qenal Stenbolê daye ber îhaleyê. Endama Koordînasyona Ya Qenal Ya Stenbol Ayşe Yikici, vê yekê wekî "keysperestiyê" nirxand û got, ev projeya ku dê bibe sedema komkujiyeke xwezayî, di pêvajoyeke ku jiyana mirovan di xetereyê de ye tê çêkirin.    * Nivîskarê marksîst Temek Demîrer, anî ziman ku piştî pandmeiya coronayê divê mirov ji nû ve li ser jiyanê hûr bibe. Demîrer, diyar kir ku herî baş gotina Rosa Luxembûrgê dikare roja îroyî pênase bike û got: "Li ber be du vebijêrk hene; an sosyalîzm an jî rejîmên totalîter."   * Omer Ozmen ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Hîlwanê dimîne, ragihand kul i kogûşa 4 girtî li erdê radikevin, gardiyan bêyî ku maske û lepik bi kar bînin destê xwe didin amûrên wan û sabûn li girtîgehê 50 TL’î tê fîrotin.   * Civaknas Basrî Dara bal kişand ser talûkeya vîrûsê ya li hemû cîhanê belav dibe û wiha got: "Şewirmendî û piştevaniya van rojan jiyanî ye. Dema banga 'Li malên xwe bimînin' li mirovan tên kirin divê pêdiviyên malbatan ên aborî jî bên temînkirin. Dewleta civakî ji bo rojên wisa ne."    * Malbatên girtiyên nexweş bang li kesên xwedî wicdan kirin û gotin: “Ji bo ku ji girtîgehan cenaze dernekevin em bang li kesên xwedî wicdan dikin ku dengê xwe bilind bikin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”