Girtî li erdê radikevin û sabûn bi 50 TL’î tê firotin 2020-04-02 09:01:13   EDENE – Omer Ozmen ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Hîlwanê dimîne, ragihand kul i kogûşa 4 girtî li erdê radikevin, gardiyan bêyî ku maske û lepik bi kar bînin destê xwe didin amûrên wan û sabûn li girtîgehê 50 TL’î tê fîrotin.   Omer Ozmen ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Hîlwanê ya Rihayê dimîne, binpêkirinên kul i girtîgeha wan pêk tên, bi rêya telefonê ji dayika xwe Zeynep Ozmen re ragihand. Ozmen, diyar kir kul i girtîgeha wan li dijî vîrûsa koronayê tu bergirî nehatine girtin û tenduristiya wan tune tê hesibandin.   TU BERGIRÎ NAYÊN GIRTIN   Ozmen, binpêkirinên ku li girtîgehê pêk tên wiha rêz kir: “Em li kogûşekî 18 kes dimînin j ime 4 kes li erdê radikevin. Rêveberiya girtîgehê amûrên paqijiyê nade me û dibêje ku bi pereyên xwe bikişrin. Sabûnê bi 50 TL didin me. Rêveberiyê kogûşên me dezenfekte nekiriye. Gardiyan ne maske ne jî lepik bi kar tînin. Bi vî halî tên kogûşên me û destê xwe didin amûrên me. Li girtîgehê li dijî vîrûsê tu bergirî tunene. Jixwe radyo û pirtûkên me jî j ime girtine.”   ‘DIXWAZIN ZAROKÊN ME BIKUJIN’   Dayika Ozmen Zeynep Ozmen jî bertek nîşanî dervehiştina girtiyên siyasî ya sererastkirina înfazê da û ev tişt got: “Dixwazin zarokên me li ber çavan bikujin. Ji ber vîrûsê her roj mirov dimirin, ji bo zarokên me tu bergirî nagirin û wan li girtîgehê digirin. Girtiyên edlî ber didin. Zarokên me yên ku ji bo mafên xwe têdikoşin. Ev edalet e? Heke edalet bûya jixwe bi hezaran kesî li cihê vala nedigirtin. Divê bêyî ku mirin çêbibe girtî bên berdan. Divê zarokên me nemirin.”