Li dijî vîrûsê ji DER-MEZ'ê banga ‘dernekeve derve’ 2020-04-02 10:41:18 NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Derûnînasan a Mezopotamyayê, li dijî vîrûsa koronayê bi vîdeoyek kurdî banga derneketine derve kir. Înîsiyatîfa Derûnînasan a Mezopotamyayê (DER-MEZ), li dijî vîrûsa koronayê ji bo derneketina derve ya welatiyan bi vîdeoyek kurdî weşand. Di vîdeoyê de endamên înîsiyatîfê ji welatiyan dixwazin ku di mala xwe de bimînin û xwe û civaka xwe tev biparêzin.