Li Amedê serdanên goristanan hatin qedexekirin 2020-04-02 14:13:02     AMED – Walîtiya Amedê, di çarçoveya bergiriyên vîrûsa koronayê de serdanên goristanan qedexe kir.   Lîjneya Hifzissihha ya Ûmûmî ya Walîtiya Amedê ku li dijî vîrûsa koronaya bergiriyên bi bandor bigire, bi biryarnameya Wezareta Karên Hundir hat avakirin, ragihand ku li Amedê serdanên goristanan qedexe kiriye. Ji aliyê walitiyê ve daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin ku ji bo bergiriyên vîrûsa koronayê serdanên goristanan ku bi taybetî rojên pênçşemê pêk tên, hatine qedexekirin. Her wiha lîjneya ji bo çûnûhatina nav bajar jî hin şertan danînin. Li gorî bergiriyên ku hatine girtin, rêwitiya li ser pîya hat qedexekirin û biryar hat girtin ku li her paldankê kesekî rûnî.