Başaran: Berpirsiyarê kuştina jinên li mal îqtîdar e 2020-04-02 14:45:22   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir piştî vîrus belav bû û îqtîdarê banga "Li mal bimîne" kir, kuştin û tundiya li ser jinan zêde bûye û wiha got: "Berpirsê kuştina jinan a li malê îqtîdar e."     Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li navenda Giştî ya HDP'ê nirxandinên rojevê kir. Ayşe Acra Başaran, anî ziman ku di rojeva hemû cîhanê de vîrûsa corona heye û wiha got: "Bi belav bûna vîrûsê re tundiya li ser jinan jî zêde bûye. Herî zêde jin dikevin bin bandora vê şewbê. Ji ber vê yekê bê navber em bang dikin. Em diyar dikin ku di vê pêvajoya şewb belav dibe de tundiya li ser jinê zêde dibe. Di vê dema ku îqtîdar banga "Li mal bimîne" dike de tundiya li dijî jinê zêde dibe. Tundiya li ser jinê li Tirkiye û Kurdistanê zêde dibe. Piştî mirov ketin mal tundî zêdetir bûn. Jin li aliyekî di bin gefa vîrûsê de ye, li aliyê din di bin gefa tundiya mêr de ye. Li dijî tundiya mêr têdikoşe. Piştî di 11'ê Adarê de vîrûs li Tirkiye hat ditin 18 jin hatin kuştin. 12 jin qaşo li cihê ewle li malê hatin kuştin. "    Başaran anî ziman ku carek din bang dikin û wiha got: "Çawa ku yekem car vîrus belav bû koordinasyona qeyranê hat avakirin, divê li dijî tundî û kuştina jinan jî koordinasyona qeyranê bê avakirin. Divê herdu koordînasyon bi hevre kar bikin. Piştî vê vîrûsê dest pê kir em bi bîlançoya kuştina jinan re rû bi rû ne. Em bi tundiya mêr a li dijî jinê û qetilkirina jinê re rû bi rû ne.    TU JIN NE BI TENÊ NE   Başaran, anî ziman ku wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê bi rêxistinên jinan re tora piştevaniyê ava kirine û wiha got: "Em carek din dibêjin, Hûn ne tenê ne. Em jin bi hêz in. Em bi komên medya civakî ku me rêxistinên jinan ava kirine û bi torên nûçeyan, em xebatên xwe berdewam dikin. Tu jin ne bi tenê ne. Divê hemû jin bi hevre di nava piştevaniyê de bin. Em dikarin bi hevre parastina xwe ya cewherî xurt bikin."   ‘DIVÊ BERÎ HER TIŞTÎ JI BO JINAN PIŞTEVANÎ WERE KIRIN’    Başaran da zanîn ku  vîrûsa koronayê di warê aborî de herî zêde bandorê li ser jinan dike û got: “Bi bangên li malên bimînin re herî zêde kargehên jinan hatin girtin û jin bêkar man. Ji ber di vê pêvajoyê de piştevaniya aborî ya ji bo jinan nîne jin bi tundiyê re rû bi rû mane. Di encama tundiyê de bi talûkeya jiyana xwe ji dest bidin re hevrû mane. Ji ber vê yekê divê di demek kin de ji bo jinan piştevaniya aborî were pêşkêşkirin û divê pêşî li vê tundiyê were girtin. Divê ne ji bo dewlemend û sermayedaran destek were dayîn, divê ji bo jinan fonên piştevaniyê were dayîn. Divê mekanîzmayên pêşîgirtina tundiya di vê pêvjoya koronayê de were hilberandin. Divê bi lezgînî di çarçoveya qanûna 6284an de mekanîzmayên jin zûtirîn xwe bigihîninê bixin meriyete. Lazime bêparastina jinan ji holê were rakirin. Her wiha divê civak di mijara tundiya li ser jinê hestiyar tevbigere. Pêwîste ji bo parastina jinan û hemû desteka ji bo wan bê dayîn gavên bi lêz û bez werin avêtin.”    'EM Ê LI DIJÎ QEYÛMAN RAWESTIN'    Ayşe Başaran, diyar kir ku di pêvajoyek ku cîhan bi vîrusa koronayê re têdikoşe de îktidar polîtîkayên qeyûmê didomîne û wiha got:"Qeyûman ev pêvajo ji xwe re wekî fersendekê dît û di destpêkê de mudurê mêr anî serê saziyên jinan. Bi vê yekê peyama hûn li malê bimirin jî dereke ku hûn serê lê bidin ew ê tune be. Em wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê her dem li dijî vê yekê ne. Em ê ji piştevaniya jinê paşde gav neavêjin. Em siyaseta dijminatiyê ya li dijî jinan a qeyûman ji berê de dizanin. Lê em ê bi têkoşînek hevpar berxwedana xwe ya li dijî van polîtikayan bidomînin."   ZAGONA ÎNFAZÊ    Başaran, bal kişand ser zagona bikeyskirina înfazê ya ji aliyê AKP-MHP'ê ve pêşniyarî meclîsê hat kirin û wiha got:"Niha hemû cîhan bi koronayê mijûl e û cihên herî bi rîsk jî girtîgeh in. Niha di rojeva îktidarê de zagona înfazê heye. Gelek cudatî di navbera zagona înfazê ya civak difikire û ya îktidarê de heye. Hêviya jinê û civakê ew e ku li girtîgehan bobelatek çênebe. Çend roj berê Hevseroka Şaredariya Şemrexê Nalan Ozaydin ku qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin testa wê ya koronayê pozîtif derket. Nalanê nexweşiya astimê ya giran e jî. Me bang kiribû ku Nalanê bê tehliyekirin. Li girtîgehan tu tedbîr nayên girtin û gavê erênî nayên avêtin."   'DIVÊ RAYA GIŞTÎ JÎ HESTIYAR TEV BIGERE'   Başaran, diyar kir ku rîska li girtîgehan zêde ye û wiha dewam kir:"Girtiyên di girtîgehan de ji ber şerd û mercên ne baş tenduristiya wan jî zêde ne baş e. Têra xwe alavên paqijiyê nadin wan. Ew mirovan di bin berpirsiyariya îktidarê de ne. Heger virus belav bibe îktidar nikare bêje ez ne berpirs im. Ji jiyana hemû girtiyan berpirs e. Divê demildest gav bê avêtin. Divê raya giştî jî hestiyar tev bigere."   'ÎQTÎDAR BERPIRSIYAR E'    Ayşeyê wiha dewam kir:"Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatî heta îro derbarê pirsgirêkên jinan de gavên berbiçav neavêtiye. Niha jin li malên xwe ji aliyekî li dijî koronayê li aliyekî jî li dijî zihniyeta baviksalarî li berxwe didin. Em li vir dîsa bang dikin û dibêjin îktidar ji jinên ku di malên xwe de tên qetilkirin jî berpirs e."   'HÛN NE BI TENÊ NE'   Ayşeyê bal kişand ser piştevaniya jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em jin ne bi tenê ne. Dibe ku em li mal bin û bi awayekî fîzîkî tenê bin lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi piştevaniyê xwe bi rêxistin bikin. Em ê di demeke kurt de dîsa li kuçeyan dest bidin hevdu û têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî mezin bikin."