Behsa bîranên xwe û Ocalan kir 2020-04-03 09:21:17 RIHA - Mehmet Ocalan bi boneya 71 saliya Abdullah Ocalan bîranînên xwe anîn ziman. Mehmet Ocalan, ji bo 15'ê Sibatê got "roja reş" û got, hevdîtina ewil pir zehmet bû. Her wiha bal kişand ser tevdîra birayê xwe Ocalan a ji bo vîrûsa coronayê jî.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li seranserê cîhanê bi milyonan kes wî wek vîna xwe qebûl dikin, wê di 4'ê Nîsanê de bibe 71 salî. Her sal bi awayekî girseyî mirov berê xwe didin gundê AMara yê ku Ocalan lê çêbûye û di 4'ê Nîsana îsal de jî wê çavê mirovan li Amara û Îmraliyê be.    Birayê wî Mehmet Ocalan, bal kişand ser tenduristiya Ocalan û vîrûsa coronayê û got, birayê wî di grûba rîskê de ye û divê wekî girtiyên din bi awayekî wkehev sûd ji heman mafan bigire. Ocalan, destnîşan kir ku bi milyonan kes li benda peyama birayê wî ne. Mehmet Ocalan behsa bîranên xwe yên bi birayê xwe re, serdema girtina wî û hevdîtina ku ewilî pê re pêk anî kir.    ROJEKE REŞ BÛ    Mehmet Ocalan, ewilî behsa 15'ê Sibata 1999 komploya navdewletî kir û ji bo vê rojê got, "rojeke reş" e û bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ocalan, got: "Di şexsê Serok de peyam dan hemû kurdan. Gava Serok ji Sûriyeyê derket me dizanibû. Wê çaxê em sirgûn kiribûn, şandibûn Edeneyê. Mala me li wir bû. Em li bajaroka Mîsîsê, li sirgûnê bûn. Komplo, pir berfireh bû. Em jî ji çapemeniyê hîn bûn. Radyoya BBC'yê hebû. Min heya sibehê ew guhdar dikir. Hê dewletê tiştek negotibû, BBC'yê ragihandibû ku hatiye girtin. Gelê kurd, ji nişkave xwe di nav êgir de dît."    Mehmet Ocalan, bibîr xist ku gava birayê wî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin li gelek deverên dinyayê mirov rabûne ser piya û got: "Komployê qebûl nedikirin. Gelek mirovan xwe şewitandû bertek nîşan dan. Kurdan, Serok wekî rêberê xwe didîtin û bi vî awayî têkoşiyan."    SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINA EWIL    Mehmet Ocalan, diyar kir ku piştî birayê wî hatiye girtin, ji bo hevdîtinê tev geriyane û got, wê çaxê parêzeran xeber ji wan re şandiye û ew û xwişka xwe Havva tevde çûne Stenbolê. Ocalan, wiha behsa wê demê kir: "Êvarî li Edeneyê em li otobêsê siwar bûn. Roja din em gihan Stenbolê. Cîhan li ser piya û. Li her derê Stenbolê 24 saetan agir vêdiket. Li her derî çalakiyên mezin dihatin lidarxistin. Em li otogara Stenbolê wisa man sekinî. Şaş neyê bîra min Osman Baydemîr em ji otogarê girtin. Em li texsiyekê siwar bûn çûn Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê. Wê çaxê wekaletnama me ji me stendin. Çapemeniyê digot, Serok birine Girava Îmraliyê. Piştî me wekaletname da, em çend rojan li wir man. Me her roj ji bo hevdîtinê serlêdan pêk dianî, lê destûr nedidan. Em jî mecbûr man dîsa vegerin Edeneyê. Çav û guhê me li çapemeniyê bû, gelo wê kengî xeberê bidin me û em ê biçin giravê."    15 ROJ ŞÛNDE HEVDÎTINA EWIL    Mehmet Ocalan, diyar kir ku piştî serlêdana ji bo hevdîtina ewil bi 15 rojan, parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa gazî wan kirine û got, piştî ji wan re gotine dibe ku biçin giravê, ew û xwişka xwe Havva dîsa çûne Stenbolê. Ocalan, wiha behsa rêwîtiya wê demê kir: "Çawa em çûn, îstixbaratê xwe da dora me. Me ferq kir. Pir kifş bû. Tevî parêzeran em çûn mala malbateke serhedî. Polîsan dora malê dorpêç kiribû. Ne şaş bim, ew malbat, malbateke qersî bû. Em li wê malê man. Parêzer Hatîce Korkût û Mahmût Şakar jî li cem me man. Em 4 kes bûn. Em ji mal derketin û li wesayîtê siwar bûn. Hê jî me dişopînin. Pêşî em çûn Yalovayê. Paşê em çûn Gemlîkê. Em li keştiyê siwar bûn çûn Girava Îmraliyê. Keştiyek biçûk bû, çep rast dihejiya. Me digot hindik maye noq bibe. Piştî ser me kontrolkirin em birin cihê ku Serok lê ye."    'HEVDÎTINA EWIL PIR ZEHMET BÛ'    Mehmet Ocalan, anî ziman ku paşê jî hevdîtin pêk hat û wiha behsa hevdîtina ewil kir: Gava em çûn wir, min got, 'Gere em bi hestiyarî tev negerin, megirîn.' Berî me parêzeran hevdîtin pê re çêkiribû. Ez dibêm nîv saet derbas bibû. Min dît Serok hat. Me merheba kir. Ji min re got: '20 sal in min û te hev nedîtiye, tu hê jî wekî xwe yî berê yî. Di warê fizîkî de tu hê wekî xwe yî berê yî.' Min jî got, 'Ji niha û pê ve a rast çi be em ê wê bikin.' Serok wê çaxê pir bêhal bû. Pir zehmetî kişandibû. Pir derman dabûnê. Helbet şert jî pir giran bûn. Her roj di zor û zehmetiyê de bû. 20-30 deqeyî me bi hev re xeber da. Gotin, 'Hevdîtin bi dawî bû.' Piştî me parêzeran hevdîtin pê re çêkir. Paşê em li heman keştiyê siwar bûn hatin Gemlîkê. Ji Gemlîkê heta Yalovayê mirov kom bibûn. Hevdîtina ewil zehmet bû."    Ocalan, bibîr xist ku piştî hevdîtina ewil gelek hevdîtin pêk hatin û got, di wan hevdîtinan de birayê wî jê re gotiye: "Ji bo çareseriyê çi hewce be ez ê bikim." Ocalan, diyar kir ku tim û tim li er birayê wî ambargoyek heye û got: "Di salên 2014-2015'an de êdî hevdîtin be temamî hatin astengkirin. Ev pri xirab bû. Ji roja ewil ve tenê pirgirêkek Serok hebû ew jî pirsgirêka kurd bû. Digot, wê pirgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe."    HEVDÎTINA DAWÎ Û CORONA    Mehmet Ocalan, diyar kir ku piştî hevdîtinên bi grevên birçîbûnê yên 2018-2019'an dest pê kirin careke din tecrîd dest pê kiriye û got, piştî şewata li Îmraliiyê di 2'yê Adarê de çûye Îmraliyê. Ocalan, diyar kir ku ev hevdîtin jî pir zehmet bûye û got: "Lêgerînên di dema hevdîtina dawî de bi tu awayî nayên qebûlkirin. Gava Serok hat, 'Got, em bi destê hev du negirin. Gava tu hatiyî di dema lêgerînê de li germa laşê te mêze kirine, gotine laşê te germ e. Loma em bi destê hev du negirin. Tu li wî aliyê maseyê be ez ê jî li vî aliyî.' Serok, hê wê çaxê bi vî awayî bal kişandibû ser şewba coronayê."    AKTORÊ HERÎ MEZIN    Mehmet Ocalan, detnîşan kir ku tekane kesê pirsgirêka kurd û pirgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike Abdullah Ocalan e û got: "Heger pira di navbera gelan de hilweşe, wê jiyana gelan qut bibe. Di pirsgirêka kurd de aktorê herî mezin Serok e." Mehmet Ocalan, anî ziman ku birayê wî tim ev tişt gotine: "Divê siyaseteke demokratîk bê kirin, em ji bo kes û koman siyasetê mekin. Em ji bo gelan bixebitin. Çareserî li ku be em li gor wê siyasetê bikin."    PÎROZBAHIYA 4'Ê NÎSANÊ    Mehmet Ocalan, bal kişand ser 4'ê Nîsanê roja rojbûna birayê xwe jî û got: "Bira rojbûna Serok li hemû gelan û li gelê kurd pîroz be. Hêvîdar im di pêş de pirgirêka kurd çareser bibe û em bi hev re rojbûna wî pîroz bikin. Di roja rojbûna Serok de bi hezaran kes berê xwe didan gund. Di navbera gund û Xelfetiyê de 15 kîlometre heye. Ev navber ji mirovan xalî nedibû. Lê piştî sala 2015'an  dewletê êdî pîrozbahiyên rojbûnê qedexe kirin. Beriya roja rojabûnê gund dorpêç dikirin. Dev ji Xelfetiyê berdin herêm giş dorpêç dikirin. Ev ne çareserî ye. Tu dikarî her tiştî qedexe bikî, lê gel ji vê hez dike. Tu nikarî vê hezkirinê bişikînî. Hêvîdar im ev qedexe bi dawî bibin. Ev ne çareserî ye. Qedexekirina tu carî nebûye çareserî. Biryara gel e, gel çawa bixwaze wê wiha pîroz bike."    WEXTÊN WÎ YÊ DIBISTANÊ    Mehmet Ocala, ji bo hin bîranên xwe û birayê xwe jî mala lê çêbûne nîşan da û behs kir. Ocalan, bibîr xist ku li gundê Amara yê Xelfetiyê çêbûne, ji ber ku dibistan tunebûye bavê wî birayê wî li dibistana gundê Cibînê (tirkmen û ermenî lê diman) qeyd kiriye û got: "Wê gavê li gundan feqîrî hebû. Gava erok sibehê diçû dibistanê , hêkek du hêk dixist nava nanê garis an jî genim diçû. Wê demê dibistan heta êvarî vekirîbûn. Jiyana Serok heya demekê wiha dewam kir. Puanê wî yê dibistanê pir baş bûn. Havînê sibehê zû em şiyar dikirin dibir nav bax û baxçeyan. Pir ji kevokan ehz dikir. Li gund Hesen, Teyar û Azîz hebûn. Ew hevalên me yên zarokatiyê bûn. Ew jî carinan bi me re dihatin. Kesek neçûna jî Serok digot 'Tu yê bêyî.'"    HAT GIRTIN    Mehmet Ocalan, anî ziman ku wê çaxê birayê wî bi her kesî re li hev dikir û ji her kesî bêtir dixebitî. Ocalan, diyar kir ku piştî birayê wî dibistana Cibînê kuta kiriye 3 salan jî li Nizîbê xwendiye û dû re Lîseya Tapo Kadastroyê ya Enqereyê kuta kiriye û got: "Wê çaxê çûm eskeriyê. Min li Serfermandraiya Giştî ya Enqereyê kir. Wê çaxê Serok jî Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kiribû. Lê haya min jê tunebû. Gava li eskeriyê bûm dê û bavê min nikaribûn bên cem min. Lê Serok du hefteyan carekê dihat cem min. Rojekê, 30'yê Adarê bû, hat. Ji min re got, 'dibe van rojan em bên girtin.' Min sedema wê pirs kir. Ji min re got, 'Mahîr Çayan û hevalên xwe hatin qetilkirin. Me û 3 heb hevalan fakulteyê boykot kir.' Paşê Serok nameyek ji min re şand. Di nameyê de gotibû, hatine girtin, di Girtîgeha Mamakê de ne û xwestibû wî bibînim. Ez çûm girtîgehê. Ne şaş bim Serok di ya Jimare 2'yan de bû.    Kincên eskeran li min bûn. Ên bi min re hatin gişa xizmên xwe dîtin. Min xwe bi xwe got, çima ev min naxin hundir. Saetek derbas bû. Wê kêliyê min dît 4 esker hatin, ên bolûka me bûn. Min girtin. Min pirsî, 'çima hûn min digirin.' Gotin, 'Tu eskerî, hevdîtina te ya bi siyasiyan re qedexe ye, çima tu hatiyî.' Min jî nizanibû. Min ji wan re got, 'ew birayê min e, ez hatime wî bibînim.' Gotin, 'Na.' Destê min kelemçe kirin, ez birim. Min birin dadgehê. 10 rojan cezayê dîsîplînê li min birîn, min xistin cihekî wekî girtîgehê. Dadgeha min dewam dikir. 10 roj şûnde ez berdam. Serok careke din name şand. Pirsî bû, 'Çima tu nehatiyî'. Min jî jê re got, 'Ez hatim, lê ez girtim û 10 rojan di girtîgehê de mam.' Min her tişt jê re got. Serok ji min re got, 'Tiştên wan gotiye ne rast in, her malbat dikare bi xizmên xwe yê girtî r ehevdîtinê çêbike.' 6-7 mehan di girtîgehê de ma."    Mehmet Ocalan, anî ziman ku kesên tapo kadastro xwendiba û dev ji karê xwe berda dihat cezakirin, lê belê yê birayê wî du kefîlên wî hebûne û got: "Yek jê Muslum Kahramn bû, ê din jî Muslum Açar bû. Hecz ji wan re hatibû. Bavê min ez şandim Enqereyê. Ez jî çûm. Navnîşan da min, li texsiyê siwar bûm çûm wir. Wê çaxê li nêzî Anitkabîrê di jêrzemîna malekê de diman. Min li derî xist, min dît Serok derî vekir. Ji min re got, 'Tu hatiyî çi." Ketim hundir, min her tişt jê re got. Wî jî parêzerek girt doz vekir. Xwest çend rojan bimînim. Ji ber hatibû girtin hin dersên wî mabûn. Ne şaş bim, di nav hefteyekê de dersên wxe gişan derbas kir. Hevalekî wanî hebû. Ji min re got ez ê çend rojan bimînim û biçim."    GOTINÊN BAVÊ WÎ YÊN DER BARÊ PIRSGIRÊKA KURD DE    Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji ber ku bavê wî extiyar bû, di karê nav malê de alîkariya wî dikir û loma neçûye dibsitanê. Ocalan, anî ziman ku piranî tevî bavê xwe cot dikir û got: "Rojeke payizê bû. Serok û Cemîl Bayik hatin malê. Ne şaş bim sala 1974 bû. Diya min jineke sert bû. Lê pri qîmet dida mêvana. Xwarin ji wan re amade kir. Ez, Serok û Cemîl bayik rûniltibûn. Bavê min li ber derî sekinî, got: 'Hûn berê çepgir û komînîst bûn, niha hûn bûne kurd. Meseleya kurd meseleyeke pir mezin e. Hûn ê çawa karibin ji min derkevin.' Bavê min ev her du gotin gotin, paşê got 'hûn dizanin.' Wê çaxê her duyan jî tiştek negot."    MA / Bariş Polat