Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Di qedexeya derketina derve de dereng man! 2020-04-03 09:23:49 KOCAELÎ - Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê Dr. Zekî Hamşîoglû, destnîşan kir ku Tirkiye di warê derketina biryara qedexeya derketina derve de dereng maye û got, li dijî vê şewba dijwar tevdîrên radiqal divê.  Li seranserê cîhanê heya niha ji milyonekê zêdetir mirov bi şewba Covîd-19'yê ketine û heya niha ji 50 hezarî zêdetir jî kes mirine. Li gelek welatan ji bo tevdîrgirtinê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.    Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê Dr. Zekî Hamşîoglû, tevdîrên li dijî şewba coronayê hatine girtin û hê jî tên girtin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    QEDEXEYA DERKETINA DERVE    Hamşîoglû, destnîşan kir ku li dijî şewbê divê tevdîrên sert bên girtin û got, gava şewb nû derketibû diviya qedexeya derketina derve bihata îlankirin. Hamşîoglû, diyar kir ji niha û pê ve wê qedexeya derketina derve çi qasî bibandor be nediyar û got: "Di vî warî de dereng man. Berî weqya ewil diviya tevdîr bihatana girtin. Her wiha tevdîrên heyî, rawestandina dibistana ne xirab e. Lê heger hinekî zûtir tevdîr bihatana girtin wê baştir bûna."    Hamşîoglû, bal kişand ser pirsgirka kapasîteya nexweşxaneyan jî û got, dibe niha ûnîteyên beşa awarte ji bo nexweşînê bes bin, lê belê gava zêde bibe wê pirsgirêk rû bidin.    Hamşîoglû, destnîşan kir ku pergala tu welatî ji bo rawestandina vê şewbê têr nake û got: "Loma diviya hê di serî de tevdîrn baş bihatana girtin. Heger ferdên civakekê giş nexweş bikevin wê tu welatekî cîhanê jî nikaribe ji bin vî barî rabe. Dikaribûn biryarên hîn radîqaltir bigirtana. Em dizanin Desteya Zanistê vê yekê dixwaze û pêşniyar dike. Dibe ku çend roj şûnde dîsa bê nirxandin."    Her wiha Hamşîoglû, destnîşan kir ku divê dewletk dersekê vê ji vê yekê derxin û ji bo vê budçeyekê veqetînin. Hamşîoglû, destnîşan kir ku vîrûsa coronayê ancax di 5-6 mehan de bê kontrolkirin û got: "Lê em nizanin sibê duibe wê vîrûsek ji vê talûketir çênebe. Nexwe divê li gor vê yekê tevdîr bên girtin. Divê cîhan li hev kom bibe û ji bo rewşên wiha tevdîran bigire."    MA  / Tolga Guney