Parêzer Şahîn: Divê bê niqaş hemû girtî bên berdan 2020-04-03 09:26:27 AMED - Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Amedê Parêzer Muharem Şahîn diyar kir ku qanûna înfazê ji pirsgirêkên civakê re nabe çareserî û got: “Ji bo mafê girtiyan ê tenduristiyê were parastin divê bê niqaş hemû girtî serbest werin berdan.’ Nexweşiya vîrûsa coronayê roj bi roj zêdetir belav dibe. Li Tirkiyê jî her roj hejmara mirî û nexweşan zêde dibe. Ev rewş jî ji bo girtîgehên ku 300 hezar girtî lê dimînin rîskeke mezin e. Qanûna înfazê ya ku AKP'ê anî meclîsê girtiyên siyasî derveyî qanûnê hiştin, ji ber vê yekê gelek aliyan bertek nîşan dan. Bi pêşengiya MED TUHAD-FED’ê 64 sazî, rêxistin û partiyên siyasî ji bo di qanûna înfazê de wekhevî hebe, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Yek saziya ku di nav kampanyayê de cih digire Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ye. Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Amedê Muharem Şahîn derbarê kampanyayê û qanûna înfazê de axivî.   'GIRTÎGEH LI DIJÎ VÎRÛSÊ BÊ PARASTIN IN'   Şahîn, diyar kir ku eger vîrûs li girtîgehan belav be dê bibe sedema encamên xeternak û wiha got: “Girtîgeh li dijî vê nexweşiyê qadeke ku bê parastin e. Girtiyên ku 28-30 sal di girtîgehê de heyî hene, pergala wan bexşandiyê nebaşe. Heta niha nizanin li girtîgehan kesên nexweş hene an na. Heta ku girtî nexweş nebin an jî nîşaneyên nexweşiyê neyên ditîn tahlîl nayên kirin. Ev rewş dê di girtîgehan de texrîbatekê çêbike.”   ‘MAFÊ JIYANÊ DI BERPIRSYARTIYA DEWLETÊ DE YE’   Şahîn, anî ziman ku pirsgirekek jî niha li her deverên Tirkiyê girtîgeh çêkirine û wiha berdewam kir: “Cihên ku girtîgeh lê hatî çêkirin ji bajar an navçeyan dûr in. Cihên girtîgeh lê heyî nexweşxaneyên bi amûrên tibî nînin. Nexweşî li girtîgehan belav bibe dê pirsgirêk werin jiyîn ji bo birina nexweşxaneyê. Di şertên normal de ji bo sewqên ku tên kirin prosedureke dirêj hewce ye. Li ser raporên ku girtîgeh dide revîrê girtiyan dibin nexweşxaneyê. Hêzên ewlehiyê tên agahdar kirin ew jî tedbîrên xwe digirin, personelên xwe amade dikin û girtiyan dibin nexweşxaneyê. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Mafê girtiyan ên jiyan, tenduristî û azadiyê berpirsyartiya dewletê ya sereke ye. Divê ev teqez were temîn kirin.”   ‘CUDAKARIYEK MEZIN TÊ KIRIN'   Şahîn, dest nîşan kir ku di qanûna înfazê de cudatiyeke pir mezin tê kirin û wiha got: “Qanûn, li gor hiqûqê jî li gor ehlakê jî sûc e. Divê qanûn tucaran tu mirovan cuda negirin. Heke armanc çareserkirina pirsgirêkên civakê be ev qanûn tu çareseriyê pêşkeş nake. Ev derveyî hiqûq, demokrasi û hemû danezanên mafên mirovan ên gerdûnî ne. Ji ber vê yekê divê qanûn hemû girtiya bigire nava xwe.”   ‘JI BO PARASTINA WEKHEVIYÊ TU JÎ ÎMZEYEKÊ BIAVÊJE’   Şahîn, bal kişand ser kampanyaya îmzeyê ku di pêşengtiya MED TUHAD-FED’ê 64 sazî û partiyên siyasî dayî dest pê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vî welatî de tu garantiya hiqûqî tune ku em sibê jî bi heman pirsgirêkan re rûbirû bimînin. Ji ber vê yekê divê em piştgirî bidin kampanyaya îmzeyê. Divê em wekheviyê biparêzin û bêjin ‘tu jî îmzeyekê biavêje’ Divê em vê kampanyayê berfirehtir bikin. Em bi israr vê dibêjin li girtîgehan di şertên normal de pirsgirêkên mafên tenduristiyê dihatin jiyîn, bi vê nexweşiyê pirsgirêkên gelek cidî dê derkevin holê. Ji ber mafê tenduristiyê yê girtiyan were parastin divê bêniqaş hemû girtî serbest werin berdan."   Dikarin ser vê lînkê http://chng.it/cDBT4Q5DjL xwe bigihînin kampanyaya îmzeyê.   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme