Qeyûm 4 kesên ku bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin cardin girtin kar 2020-04-03 09:45:21 AMED - 4 kesên ku li Şaredariya Sûrê di dema qeyûmê berê de nelirêtiya 9 mîlyonî kirin û peymana wan a kar hatibû betal kirin, qeyûm nû ew cardin girtin kar. Ji 4 kesên ku ketin kar 2 jê ji bo wekîltiya midûr hatin tayînkirin.    Li Şaredariya Sûr a Amedê, 4 kesên ku di dema qeyûmê berê de nelirêtiya 9 mîlyonî kirin û peymana wan a kar hatibû betal kirin, qeyûm nû ew cardin girtin kar.   Kesên ku di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de, ji ber nelirêtiyên 100 wesayît kirê kirin, ji kaseya şaredariyê pereyê benzîna polîsan dayîn, fatûrên rêyên neçêkirî weke ku hatine çêkirin sererast kirin, di restorasyona Minareya Çarling de nelirêtî kirin, pere dayîna Miftîtiya Amed û Miduriyeta Perwerdê ya Amedê ji peywirê hatibûn girtin, ji aliyê qeyûm ve di asta herî jor de hatin peywirdarkirin.    Hevşaredar Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr derbarê kesên mijara gotinê A.E. N.A., H.E. û M.T., de serlêdana sûc kiribûn. Lê Abdûllah Çîftçî yê weke qeyûm tayînê cihê wan hat kirin ev kes xelat kirin û di peywirên girîng de bi cih kirin.    N.A., yê ji ber nelirêtiyê ji kar hatibû avêtin, ji bo Wekîltiya Midûrê Karê Malî yê Şaredariya Sûrê hat peywirdarkirin. A.E., jî ji bo Wekîltiya Midûrê Karê Fenê hat erkdarkirin. H.E. û M.T. jî weke karmendên peymandanî hatin erkdarkirin.    QEYÛMÊ DUYEMÎN DERBARÊ QEYÛMÊ YEKEMIN DE LÊPIRSIN VEKIR    Bîlal Ozkan ê di dema nelirêtiyê de qeyûm bû, di hilbijartina giştî de ji bo parlamenteriya AKP’ê îstîfa kiribû û li şûna wî Abdullah Çîftçî hatibû tayînkirin. Li gorî îdîayan, Abdullah Çîftçî yê li cihê Ozkan hat peywirdarkirin, derbarê vê îhaleyê de lêpirsîn dabû dest pê kirin. Di demekê ku ev lêpirsîn bi dawî dibû de, ferman ji jorê hat û ev lêpirsîna hatibû betalkirin. Dosyeya lêpirsîna ya hatibû betalkirin jî ji holê hatibû rakirin.  Piştî ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de HDP’ê şaredarî qezenc kir jî, dosye nehat dîtin. Lê dema ku Komîsyona Budçe ya Planê dosyayên mûhasebeyê lêkolîn dikirin, ev dosya di nava ewraqên dosyeyên îhaleya kevirên parkê de dîtin.    CARA DUYEMÎN LÊPIRSÎN GIRTIN   Çawan ku ewraq hatin dîtin, dîsa lêpirsîn hat vekirin. Kesên ku navê wan di dosyeyê de derbas dibin, îfadeyên wan hatin girtin û ji peywirê hatin girtin. Dûre pêvajoya darizandinê dest pê kir. Di vê pêvajoya darizandinê de cardin qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Bi tayînkirina qeyûm re, cara duyemîn lêpirsîn hat girtin. Piştî ku lêpirsîn hat girtin, ev 4 kes dîsa ji aliyê qeyûm ve hatin peywirdar kirin.