Coşkun: Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê derxistin 2020-04-03 10:48:14 ENQERE - Civaknas Dr. Mustafa Kemal Coşkun, diyar kir ku pêvajoya Covît-19 talûkeya "Girêdana bi dewletê ve" pêş dixe û xwest ji bo her kes bi serkeftî ji vê pêvajoyê rizgar bibin divê erka kontolkirinê ji destê dewletê bê derxistin.  Li Tirkiyeyê her çend vîrûsa corona (Covid-19) li hemû bajaran belav bûbe û bi deh hezaran mirov bi vê şewba vîrûsê ketibe jî Wezîrê Tenduristiyê rojê carekê encama daneyan aşkere dike. Tenê hêjmara kesên bi şewbê ketine û bi şewba Covît-19 jiyana xwe ji dest dane aşkere dike. Lê li gorî daxuyaniyên xizmetkarên tenduristiyê ev hêjmar qat bi qat zêdetir e. Li aliyê din rayedarên dewletê li aliyekî banga "Li mal bimînin" dike, lê li aliyê din qedexeya derketina kolanan îlan nake û alîkariya civakî nade welatiyên xizan. Dîsa bi deh hezaran karkerên neçar in kar bikin wan dernaxin destûra bi heq. Tenê her carê pariyan davê pêşiya civakê û dixaze wan bi xwe ve girê bide. Filozof Slavoj Zizek, di dahûrandinên xwe de, ji bo çareseriya li dijî şewbê fikra “komunizmek kurevî” destnîşn dike. Nivîskar Giorgio Agamben jî diyar dike ku dewlet weşbê dike hincet û “halê îstisna" ava dike û bivê yekê dixwaze her kesî têxe kontrola  xwe û zextan li ser civakê zêde bike. Dîsa fîlozof Jean-Luc Nancy jî diyar dike ku pêdiviya dewletê ji halê îstisnayêtune û ji xwe îstîsna ji bo xwe kirine qûralek.    Civaknas Dr. Mustafa Kemal Coşkun ê ji Fakulteya Erdnîgarî, Dîrok û Ziman a Zanîngeha Enqere hatiye îxrackirin, têkildarî rewşa ku şewba vîrûsê derxist holê û helwesta dewletan a li hemberî civakan ji Ajansa me Mezopotaya re axivî. Dr. Coşkun, diyar kir ku nakokiya navbera çînan bi vê şewba vîrûsê bêtir tê dîtin û dewlet bi vê yekê dixwaze bêtir serdestî û kontrolê zêde bike.    'BÊYÎ TÊKOŞÎN DEWLETA DEMOKRATÎK PÊŞ NAKEVE'      Coşkun, têkildarî fikra "Dê tu tişt êdî ne wekî berê be" nirxandin kir û wiha got: "Me ev gotin di serdema erdheja sala 1999'an de bihîstibû. Wê demê jî hatibû gotin ku 'Dê li Tirkiyeyê êdî tu tişt ne wekî berê be' Raste bêtir xera bû. Di sala 2001’an de qeyranê rû da. Li dijî quleyên DYA êrîş pêk hat. Piştî êrîşan Serokê DYA got 'Dê tu tişt ne wekî berê be.' Li wir jî her tişt bêtir xera bû. Di van rewşên şewb, erdhej û felaketên mezin de perdeya li ser ruyê civakê û qeyranên aborî ji holê radibe. Êdî her tişt li holê ye û xuya dibe. Hemû nakokî derdikevin holê. Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên di nava qada  pergala Tenduristiyê de, nakokiyên nava pergala kapitalismê de û asêbûna pergala neo-liberalizmê bêtir aşkere tê dîtin. Niha mirov bêtir dibînin. Qeyrana aborî şewb belav nekir. Lê qeyrana aborî anî asta çaremîn. Ev nayê wateya ku dê ji niha û şûnde her tişt baş bibe. Niha gotinên dê "pergala tenduristiyê derbasî pergala cemaweriyê bibe û derbasî dewleta civakî bibin' tê kirin. Dema dibêjin dewletperestî, qala dewleta aramiya civakî dikin. Lê bi serê xwe dewleta civaka aram pêş nakeve. Bêyî têkoşînê dewleta aram, dewleta demokratîk pêş nakeve.    'DAXWAZA JI DEWLETÊ TALÛKEYA 'GIRÊDANA DEWLETÊ' AVA DIKE'    Dr. Coşkun, bal kişand ser vê pêvajoya ku bi xwe re talûkeya 'Girêdana dewletê' ava bike û wiha berdewam kir: "Ger ku her kes tiştekî ji dewletê bixwaze û ji dewletê bipê, piştre bi xwere 'Girêdana dewletê' ava dike. Ev talûke ye. Ez nabêjim ev daxwazeke neheq e. Lê piştre erka kontrolkirina dewletê zêde dike. Divê erka kontrolkirinê ji destê dewletê bê girtin.  Ev wekî dirûşmeya “Pirsgirêk kurevî ye, çareserî neteweyî ye" talûke ye. Eger pirsgirêk kurevî be, divê çareserî jî kurevî be. Ger ku girseyên mezin ji vê yekê bawer bike dê bêtir dewlet û rêveberiyek faşizan derkeve peşberî me. Wekî qeyrana 2008’an di nava hemû civakan de li gel fikra rastkir, fikra çepgir jî pêş ket. Li Portekizê Podemos, li Yewmenîstanê Syriza û li DYA'yê rêveberiya Sanders derket holê. Wekî Zizek jî gotiye ger ku civakek komunist tênekoşin nabe. Ez dibînim ku; ji bo her kesî dewlet reviya ye. Herkes dewlet çi dibêje wî dikin. Dibêje 'Li malê bimîne dernekeve! Baş e." Dewlet dixwaze her tiştî têxe kotrola xwe. Niha halê ku her kes li heviya dewletê ye û ji dewletê dipê heye. Ez navbêjim ev daxwazek neheq e. Lê bi xwe re talûkeya 'Grêdana dewletê' pêş dixe. Dewlet jî li ser vê yekê her dem dibêje 'Em b ser ketin. Me corona têk bir' Yanî gotina 'Her tişt dê ne wekî berê be' ji bo kedkaran dê bêtir xerab be. Her tişt girêdayî têkoşînê ye."   'DIVÊ EM KONTROLA DEWLETÊ JI DESTÊ WÊ DERXIN'    Dr. Coşkun, bal kişand ser gotina Rewşenbir Agamben a 'Dewlet bi vê şewbê dixwaze bêtir mirovan têxe kontrola xwe'  û wiha got: "Tişta dibêje rast e. Îro gelek karker, kedkar û heta sendîka dibkêjin bila 'Qedexeya derketina kolanan îlan bike' Li gorî min jî dikarin îlan bikin. Lê divê bi şertekî. Divê derxistina karker a ji kar qedexe bike. Ger ku qedexeya kolanan îlan bike, wê demê divê karker neçin ser kar. Divê dîsa meaş û sîgorta wan bê razandin. Ger ku ev daxwaz pêk hat divê qedexe bê îlankirin. Wekî Agamben jî gotiye ger ku ev daxwaz pêk bên wê demê em erka kontrolkirina dewletê ji destê wê digirin. Em wê demê dewletê dîl digirin. Ger ku ne wisa be emê derketina kolanan berdewam bikin."    QEDEXE BÊ ÎLANKIRIN DÊ HILBERÎN RAWESTE Û EV JI BO KAPÎTALÎZMÊ XERAB E      Rojên borî Karkeran li Kocaelî ji ber şewba corona ketin grevê. Niha naçin kar. Li gelek aliyê cîhanê heman tişt dibin. Ger ku qedexe bê îlankirin dê hilberîn raweste. Ev ji bo Kapîtalîzmê xerab e. Dibe ku şewb xelas bibe. Her kes bimire. Lê xizmeta ji bo zengînan û xizmeta ji bo xizanan a tenduristiyê pir cuda ye. Bi qasî çiyê ferq heye. Li hemû cîhanê banga “Li mal bimîne' tê kirin. Lê bi milyonan mirov neçar e ku biçin kar. Di pêvajoya vîrûsê de cukariya çînan bêtir derdikeve holê. Di sala 1999'an de min nivîsa "Erdhej ji xizanan hez dike' Bê guman her kes dikare di erdhejê de bimire. Erdhejê 45 saniyeyan mirov hejandin. Xizan jî û dewlemend jî hejiyan. Li Kocaeliyê heta sala 2004'an hêj kesên di konteyniran de diman hebûn. Ew kesên karker, kedkar û xizan bûn. Cudakariya di nava xizan û zengînan de wisa derdikeve holê. Meseleya 'li mal bimîne' jî wisa ye. Li malê jiyan tune ye. Ji bo me têxe malê wisa dibêjin. Lê li malê bimîne meaşê wî nayê razandin. Ger ku heqê wî bê dayîn û meaşê wî bê razandin divê li malê bimîne.      'TENTURISTÎ MAFÊ HER KESÎ YE'   Coşkun, anî ziman ku daxwazên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) pir di cih de ye. Ji ber ku tenduristî ji bo her kesî ye. Nexweşxaneyên taybet nayên qebûlkirin. Mafê her kesî heye ku wekhev ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin.      MA / Eylul Deniz Yaşar