Li Amedê li dijî şewba koronayê torên piştevaniyê berfireh dibin 2020-04-03 11:47:19   AMED – Li Amedê gelek kargehan deriyên xwe ji bo xebatkarên tenduristiyê yên li dijî vîrûsa koronayê  têdikoşin vekirin û peyama piştevaniyê dan.      Her ku şewba vîrûsa koronayê berbelav dibe pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê jî giran dibin. Tê gotin ku li nexweşxaneyan kelûpel têr nakin û ev yek kedkaran dixe tengasiyê. Li gorî daneyên dawî 601 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine. Xebatkarên tenduristiyê ku bi gumana vîrûsa koronayê li wan jî geriyaye naçin an jî şerm dikin biçin malên xwe.    Li Amedê jî gelek esnaf ango kargeh serî li piştevaniya bi mînak didin. Gelek kargehan ragihand ku ew deriyên xwe ji bo xebatkarên tenduristiyê vedikin.    OTELA KERVANSARAY    Yek ji van kargehan jî Otela Kervansaray e û bi peyamekê ragihand ku deriyên xwe ji bo xebatkarên tenduristiyê vekiriye û niha xebatkar li 25 odeyên wê dimînin.    Ji berpirsên otele Mehmet Îpek diyar kir ku wan ji bo her kesê pêdiviya wan bi mayînê heye deriyê wan vekiriye û ew ji vê malovaniyê kêfxweş dibin. Îpek da zanîn ku ji bo xebatkarên tenduristiyê divê civak hin bêtir hestiyar be û wê têkoşîna hevpar van rojên giran derbas bike.    OTELA DEMÎR    Yek jî otelên deriyê xwe ji xebatkarên tenduristiyê re vekiribû Otela Demîr a li navçeya Sûrê ye û li ser hesabê xwe yê medya civakî peyama piştevaniyê belav kiribû.    JÎBER    Şîrket ango tekstîla JÎBER a ji sala 1997’an ve li Amedê dest bi kar kiriye û li gelek welatên cîhanê tê zanîn jî ragihand ku ew amade ne ku pêdiviya cilan ên xebatkarên tenduristiyê temîn bikin.    QIRTASIYA EMEK    Qirtasiyeya Emek ku ji aliyê mamosteyên hatine îxrackirin ve hatiye vekirin jî ragihand ku ew ji bo piştevaniya tiştên wek pirtûk û kelûpelên qirtasiyê yên zarokên xebatkarên tenduristiyê dabîn bikin amade ne.    DESTEKA DERÛNΠ   Derûnnas Dûygû Bereketoglû ya li Amedê Klînîka wê heye jî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ew amadeye xizmeta şêwirmendiya bêpere ji bo xebatkarên tenduristiyê bide.