Tevdîra girtîgehê: Mehê lepikek û maskeyek 2020-04-04 09:16:53 STENBOL - Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê, di bin navê tevdîrgirtina li dijî vîrûsa coronayê de ji bo mehekê tenê lepik û maskeyekê daye girtiyan.  Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, di bin navê tevdîrgirtinê ya li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) de tenê maske û lepikek daye girtiyan û ev lepik û maske ji bo mehekê dane wan.    Mehmet Zahît Şahîn ji girtîgehê telefonî xwişka xwe Tayîbe Şahînê kiriye û tiştên li girtîgehê diqewimin ragihandiye.    TENÊ LEPIK Û MASKEYEK    Tayîbe Şahîn, anî ziman ku hefteya borî birayê wê telefonî wê kiriye û gotiye, li girtîgehê hema bêje tevdîr nayên girtin. Mehmet Zahît Şahîn, ji xwişka xwe re gotiye:   “Ji roja ku ev şewb ketiye rojeva Tirkiyeyê heya niha tenê cotek lepik û maskeyek dane girtiyan. Ev nêzî mehekê ye ji xeynî van lepik û maskeyan tu tevdîr nehatine girtin. Mehek e em nikarin biçin ehwadariyê. Ji ber ku em nikarin biçin hewadariyê jî qada me ya jiyanê teng bûye. Di vê rewşê de em ê bi rihetî karibin bi şewbê bikevin. Bi tu awayî amûrên paqijiyê nadin. Em nikarin bi perê xwe jî bikirin. Pişî şewbê tiştên pêdiviya me pê çêdibe 3 qat bihatir bûne. Rewşa me qet nebaş e. Heger şewb bê van dera wê komkujiyek çêbibe. Rayedar dibêjin em li girtîgehan tevdîran digirin. Ne rast e. Piştî şewbê mafê telefonê heftê kirine du car, lê piştî vê heftê ew jî kirine heftê rojek."    Tayîbe Şahîn, anî ziman ku nexweşînên kronîk ên birayê wê hene û xwest rayedar demildest tiştekî bikin. Şahîn, diyar kir ku li derve ligel ev qas tevdîran jî bi hezaran kes bi şewba coronayê ketine, lê belê ev derfet li girtîgehan tuneye û got: "Şert û mercên girtîgehan pir xirab in. Dibe ku xizmên me pê bikevin. Ev pir aşkere ye ku girtiyan ber bi mirinê ve dişînin. Ji xwe ev mirov ji ber fikrê xwe, ji ber nîjada xwe di nava çar dîwaran de ne. Niha jî xizmên me bi komkujiyekê re rû bi rû ne. Em malbat bifikar in."    CIHÊKARÎ   Şahîn, bertek nîşan da ku ji ber dewlet ji bo girtîgehan tiştekî nake û got: "Çima hûn cihêkarî û zilmê dikin? Em nizanin em ê çi bikin. Bi jiyana mirovan dilîzin. Ev meseleyeke pir cidî ye. Rojek berî rojekê divê girtîgeh bên valakirin."    MA / Nacî Kaya