DAD: Berpirsê mirina Bolek desthilatdariye 2020-04-04 13:08:14 DERSIM – Navenda Giştî ya DAD’ê, diyar kir ku berpirsê mirina endama Grûp Yorûmê Helîn Bolek desthilatdariye  û xwest zextên li dijî Grup Yorûmê bi dawî bibin. Navenda Giştî ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), ji bo endama Grûp Yorûm Hêlîn Bolek a di roja 288’emîn çalakiya rojiya mirinê de, jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand. DAD’ê diyar kirin ku, berpirsê mirina Bolek aqlê desthilatdariyê yê zordestî û ewlehîpereste. DAD’ê, bal kişand ser nêzîkatiyên desthilatdariyê û wiha got: “Bi zorê xwestin ku mudaxileyê Îbrahîm Gokçe û Hêlîn Bolek bikin. Hewl dan vîna wan bi heşmendiya Nemrûdê zilamkar teslîm bigirin. Îbrahîm Gokçe û Mûstafa Koçak hîna jî di rojiya mirinê dene. Dîsa ji ber pêkanînên zordestî û xespa mafê wan parêzerên ÇHD’ê di greva birçîbûnê dene. Ger dest ji van polîtîkayên zordestiyê neyin berdan, wê mirinên nû rû bidin. Daxwazên wan ên hiqûqî û mirovî pêşwazî kirin, di warê nirxên mirovahî û nêzîkatiyên adîlane de girîngiyek mezine. Em ji ber windakirina Hêlîn Bolek êşek mezin dijîn.”   ‘BILA ENDAMÊN GRÛP YORÛM BÊN BERDAN’   DAD’ê di dawiya daxuyaniya de ev bang kir: “Divê zextên polîsan ên li ser Navena Çanda Îdîlê bi dawî bibin. Pêwîste ku lêgerîn û girtina endamên Grûp Yorûm ji lîsteya lêgerînê ya wezaretê bên derxistin. Divê qedexeyên li ser konserên Grûp Yorûm bên bi dawî kirin. Lazime ku dozên derbarê endamên koma yorûmê de hatin vekirin bên betalkirin û endamên Grûp Yorûm ên girtî bên berdan.”