Bermahiyên nexweşxaneyên taybet talûkeyê belav dikin 2020-04-04 13:16:16   WAN - Li Wanê bermahiyên nexweşxaneyên taybet li dijî şewb û vîrûsa corona talûkeyê belav dikin. Bermahî ji ber ku bêyî parastin li ser sergoyê bajar ro dikin talûkeyê belav  dike.    Bernahiyên tibbî yên aydî nexweşxaneyek taybet a li Wanê, dixin torbeyên naylon û bêyî ku rê li pêş talûkeya dide derdorê bigirin ketober davêjin ser sergoyê bajar. Bermahiyên ku dixin pakêtên naylon, li ser sergorê navbera Wan û Qelqeliyê rodikin (Vala dikin). Ev bermahiyên tibbî ji ber nayên binaxkirin an jî nayên dezenfektekirin, li dijî şewba vîrûsa corona (Covid-19) jiyana mirovan dixin talûkeyê. Di dîmenên ku gihiştin ajansa me de tê dîtin ku bêyî kontrol van bermahiyan li qada sergo davêjin. Ev bermahiyên ketober û bê kontrol tên avêtin di vê pêvajoya ku şewb belav dibe jiyan û tenduristiya gelê Wanê bêtir dixe talûkeyê.    MA / Cemîl Ugur