Li Amedê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-04-04 14:50:29   AMED – Li Amedê 2 xebatkarên li navena tenduristiyê dixebitin vîrûsê ketin. Pirsgirêkên kêm ên ekîpmanên parastinê dewam dikin û xebatkarên tenduristiyê neçarin ku bi kêm ekipman bixebitin. Ev jî dibe sedem ku bi vîrûsê bikin û jiyana wan bikeve  talûkê.    Li Amedê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin. Gilî û gazîncên xebatkarên tenduristiyê û bijîşkan ên derbarê kêmbûyîna ekîpmanên parastinê de, dewam dikin.    NIVÎSKAR DI TWÎTTERÊ DE RAGIHAND    Nivîskar Ozgur Amed, li ser hesabê xweyê Twîtterê ev rewş gihand û wiha  got: “Xwişka min û hevjînê wê bi vîrûsê ketin. Testa wan pozîtîf derket. Her du jî di qada tenduristiyê de dixebitin û heya niha neçar man ku biçin karê xwe. Niha nikare zaroka xwe ya yeksalî bigire ba xwe û şîr bidiyê. Gelo wê wezareta tenduristiyê şîr bidiyê, yan jî ez îbanê bişînim?”   ‘MIROV DIXEBITIN, LÊ BERGIRÎ TUNEYE’   Li ser vê agahiyê xwe gihand Ozgur Amed û nêrînên wî girtin. Amed, diyar kir ku  tedawiya xwişka wî û zavayê wî dewam dike û niha di karantînayê dene. Amed, da zanîn ku nexweşiyên kronîk ên zavayî wî hene û wiha got: “Ji ber vê yekê zavayê min pir zoriyê dikêşe. Lê dîsa jî dixwazin li malê bên dermankirin. Ger nexweşiya wan zêde bibe wê rakin nexweşxanê. Rewş gehiştiye asta gotinên ajokarê qemyonê gotine. Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûsê ketin pir zêdeye, lê bergiriyên têr tuneye. Weke ku tê dîtin, emê hemû bi awayekkê bi vê vîrûsê bikevin. Ji ber ku mirov dixebitin û bergirî tuneye.”