Ciwanên HDP'ê 4'ê Nîsanê Şirnexê pîroz kirin 2020-04-04 15:10:51   ŞIRNEX - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, bi minasebeta 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Cizîr û Silopiyê pîrozbahî li dar xistin.    Bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeyên Cizîr û Silopiya Şirnexê, bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê pîrozbahiyek hat lidarxistin.  Pîrozbahiya li Cizîrê li avahiya Rêxistina HDP'ê pêk hat û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên wekî “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” hat berzkirin.    Li navçeya Silopiyê jî bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên HDP'ê li avahiya HDP’ê pîrozbahî pêk hat.