Xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne 2020-04-04 22:55:33       ÊLIH - Hê jî der barê îsyana li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de tu daxuyanî nehatiye dayîn û xizmên girtiyan hê jî li ber girtîgehê ne.    Der barê îsyana li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de agahiyên nû bi dest dikevin. Hat hînbûn ku agirê li girtîgehê hatiye tefandin û bi gazê mudaxileyî girtiyan hatiye kirin. Hat diyarkirin ku li hin qawîşan girtî li dijî mudaxileyê li ber xwe dane.    Parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca û Necdet Îpekyuz jî di nav de gelek kes li hê jî li ber girtîgehê ne.    Ji ber ku daxuyanî nayê dayîn girse bertek nîşan dide û hê jî daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.    Ji bo ku dûxana ji girtîgehê bilind dibe neyê xuyakirin TOMA anîn danîn cihê ku girse lê ye û ronahî hatin tefandin ku hêla girtîgehê neyê dîtin.