ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-05 09:00:41     * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Sosyolojiya Azadiyê" de balê dikişîne ser pirsgirêkên îro û çareseriyê pêşniyar dike. Ocalan di beşa "Pirsgirêka Civakê ya Ekolojîk" de destnîşan dike ku pêdivî bi zanistiyeke nû ya ekolojîk heye û wiha dibêje: "Ekolojî weke yek ji zanistên herî nû di vê çarçoveyê de rewşa xwe diyar bike, ne bi tenê ya hawîrdorê, dikare bibe hêza çareseriya herî îdeal a xwezaya civakî jî."    * Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, ji bo qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin got: "Heta di bingeha dewleta tirk de dijmintiya ji bo kurdan hebe, qiyamet jî rabe, nexweş bikevin bikevin nav ciya jî cardin wê li ser qedandina kurdan hûr bibin."    * Parlementerê HDP'ê Ridvan Tûran, anî ziman ku îqtidar ji serî de weqayên rasteqîn ên der barê şewba coronayê de vedişêre û got, bêbesîretiya îqtidarê gel mehkûmî vîrûsa coronayê kiriye.    *  DEDAŞ'a ku berê bi hinceta deynê ceryanê dest danîbû ser ser desteka ji bo mazot, gubre û tovan a cotkaran, niha jî desteka gundiyan a ji bo golikan bloke kiriye.   * Serokê VOSÎAD'ê Şemsettîn Bozkûrt, ji bo pakêta aborî ya di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûa coronayê de hat aşkerekirin got, pir dûrî pêdiviyên jiyana pratîk e.    * Rêvebirê Dev Saglik-Îş'ê Cûmalî Bolat, diyar kir ku vîrûsa coronayê cihêkariyê nake, lê belê Wezîrê Tenduristiyê di navbera kedkarên tenduristiyê de cihêkariyê dike. Bolat, xwest xebatkarên paqijiyê, nihêrvanên nexweşan, hemşîre û sekreterên tibbî yên di statuya 4-D'yê de jî daxilî statuya sermayeya veberhênaniyê bên kirin.