‘Qanûna înfazê îhlalkirina rêgeza wekheviyê ye’ 2020-04-05 10:00:58   AMED – Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Parêzer Abdulah Zeytûn û Nûnerê THÎV’ê yê Amedê Parêzer Bariş Yavûz derbarê qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî li derve hiştine de xwestin polîtîkayên mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî esas were girtin. Parazvanê mafên mirovan anîn ziman ku qanûn rêgeza wekheviyê îhlal kirine.   Ji ber vîrusa coronayê yek ji cihê di tahlûkê de jî girtîgehin. Li gelek welatên cîhanê girtî hatin berdan. Ji Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bang hat kirin ku ji ber nexweşiya vîrûsê girtî demildest werin berdan. Lê hêj Tirkiyê tu gav neavêtine û qanûna înfazê ya ku ji komisyona edaletê derbasbûyî jî dîsa girtiyên siyasî li derve hiştin. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Amedê Abdulah Zeytûn û Nûnerê Amedê yê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TİHV) Parêzer Bariş Yavûz, qanûna înfazê nirxandin.    ‘DIVÊ EM BÎNIN BÎRA DEWLETÊ KU MAFÊ GIRTIYAN YÊ JIYANÊ HEYE’   Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Abdulah Zeytûn diyar kir ku heke vîrus li girtîgehan belav bibe encamên neyînî wê derkevin holê û wiha got: “Divê mirov bîne bîra dewletê ku mafê jiyanê yê girtiyan, parastina mafên bingehîn û peymanên navnetewî hene ku pêk bîne. Di heman demê de mafê saziyên sivîl civakî jî heye ku saziyên dewletê kontrol bike.Piştî nexweşiya vîrusê serlêdanên ku li şaxên me çêbûyî dide nîşandan ku li girtîgehan paqijî û pêkanîna şertên tenduristiyê kêm in, kontrol kirina girtiyan a tenduristiyê baş nehatiye kirin, tedbîren derbasdar xwestine bigirin. Şertên girtîgehê mirovê tenduristiya mirovê sax jî xerab dike. Dema mirov vê rewşê wergire berçav tedbîrên hevdîtina girtiyan taloqkirin, têkiliya personelan a derve qut kirin têra nake. Ji ber vê yekê çareserî ne hefskirina girtiyan e. Divê qanûnek were derxistin ji bo serbest berdana girtiyan.”   ‘LI GIRTÎGEHAN HEZAR Û 564 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE’   Zeytûn, da zanîn ku ji bo derxistina qanûna înfazê divê polîtîkayên mafên mirovan û hiqûqa gerdûnî were esas girtin û wiha axivî: “Ji derveyî partiyên siyasî yên ku di meclîsê de cih digirin divê pêşniyar û nêrînên saziyên sivîl ên civakî, partî, rêxistinê girseyî yên demokratîk ên ku hiqûqa mirovî werdigirin berçav, jî esas bigirin. Girtigehên ku kapasiteya wan 200 hezar kes ku bikarin lê bimînin niha mayîna nêzî 300 hezar girtiyan bi tena serê xwe muameleyeke ne baş e. Li gorî daneyên saziya me yên sala 2020’ê 590 jê giran 1564 girtiyên nexweş hene. Gelek ji wan girtiyên polîtîk ên ku bi salane di girtîgehan de ne.”   ‘QANÛNA ÎNFAZÊ CUDATIYA HEYÎ KURTIR KIRIYE’   Zeytûn, anî ziman ku qanûna înfazê ya ku anîne meclîsê ji bo girtiyên adlî guhertinek kirine û şertên siyasiya wek berê hiştine û wiha berdewam kir: “Ev sepan cudatiya heyî kûrtir kiriye û zêde kirî ye. Ji bo ku cudatî ji holê werin rakirin divê bi lez û bez xala TMK’ê ya 5’emîn û 17’emîn were rakirin. Di qanûna înfazê de divê rêgeza wekheviyê, kurtkirina demên înfazê berçav were girtin. Dema em difikirin ku siyasetmedar, xwendekar, parastinêrên mafan, rojnamevan xebatên wan îlegal hatin nîşandan û wisa hatin darizandin divê ev qanûn vê bêhiqûqiyê ji holê rake.”   ‘QANÛN, PELÎXÎNA HESTÊN MIROVAN A EDALETÊ YE’   Nûnerê THÎV’ê yê Amedê Parêzer Bariş Yavûz diyar kir ku qanûna înfazê ya ku derdikeve kesên muxalîf derve tên hiştin ev cezakirina kesên ku derveyî desthilatdariyê difikirin e û wiha got: “Her biryara ku ji bo tedbîr girtinê hatî girtin nîşaneya rêgeza wekheviyê îhlalkirin û pelixîna hestên mirovan a edaletê ye. Di qanûna înfazê de divê sazkirineke ku hestên edaletê tatmîn bike were çêkirin”   ‘DIVÊ BI HESASIYET NÊZÎKÎ GIRTÎGEHAN BIBIN’   Yavûz, dest nîşan kir ku hêvî dikin nexweşiya vîrusê li girtîgehan belav nebe û wiha axivî: “Divê tedbîrên girtîgehan teqez bên wergirtin û ev tedbîr li gor mafên girtiyan bin. Piştî ku di qanûna înfazê de sepaneke wekhev û adilane pêk were di girtîgehan de jî tedbîrên ku werin girtin divê bi pêşniyarên rêxistinên tenduristiyê û saziyên sivîl ên civakî pêk were. Ji ber ku şertên girtîgehan têra tenduristiya mirovan nake ev rewş dê bibe sebebê yek carê ku vîrus belavî hemû girtîgehan bibe. Heke îro li Tirkiyê ji ber nexweşiya vîrusê ji bo komên ku di rîskê de bang werin kirin divê heman hesasiyetî nêzîkî girtîgehan jî bibin û bi lezgînî tevbigerin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme