MED TUHAD-FED: Dengê xwe bilind bikin 2020-04-05 10:43:30   AMED - MED TUHAD-FED, bertek nîşanî qanûna înfazê ya ku di Komîsyona Edaletê re derbas bû da û bang li raya  giştî ya demokratîk kir ku bihistyar be û ji bo înfazaya cezaya wekhev û dadmend dengê xwe bilind bikin.   Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Cezaxwariyan a Medê (MED TUHAD-FED), ji bo ku girtiyên siyasî li derveyî înfazaya cezayê ya ji ber Covîd-19'ê hatin hiltin daxuyanî da û got li ser girtîgehan rîsekek mezin heye. MED TUHAD-FED'ê diyar kir Wezareta Dadê têkilî kêmkirina înfaza cezayê di pakêta darazê de cihêkarî kiriye. MED TUHAD-FED'ê bal kişande ser girtîgehan û diyar kir ji bo vîrûsa koronayê ti tevdîr nehatine girtin û vîrûsa covîd-19'ê talokeyeke mezin e li ser girtîgehan û wiha got: "Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D'yê di nav xwarina girtiyan de lepik derketine, xwarin ne li gorî şertên hijyenê ye. Li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Seydîşehîrê li dijî vîrûsa koronayê ti tevdîr nehatine standin, malzemeyên paqijiyê nadin ti girtîgehan. Li Girtîgeha Girtî ya Şakaranê sabûnê jî nadin girtiyan û cezaxwariyan. Girtiyê bi navê Mustafa Geylanî ku li Girîgeha Bi Ewlehiya Zêde ya Nimro 2 ya  Xarpêtê li Girîgeha Tîpa E'yê tê dimîne û ji ber dadgehê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê dimîne di hicreya yek kesî de tê hiştin û ti malzemeyên paqjiyê nadinê. Bi berdewamî hate gotin li Girîgeha Girtî ya Tîpa M'yê ya Baybûrtê li gel ku bi girtî û cezaxwariyan re şikayeta kuxikê, şewitîna qirikê heye jî testa wan nayê kirin, ti dezenfekte ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nayê kirin. Girtiyan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M'yê ya Êlihê ji bo ku li dijî vê newekheviya înfazê şewat derxistine.   MED TUHAD-FED'ê di serî de Wezareta Dadmendiyê ya Tirk bang li saziyên têkildar ên dewletê kir ku tevdîrên lezgîn bistîne û pirsgirêkên girtîgehan were çareserkirin û xwest ku di serî malbatên girtiyan, raya giştî ya demokratîk bihistyar be û ji bo ku yasaya înfazê bi rengekî wekhev û damend were bicih anîn dengê xwe rakir.