Canê xizmetkarên setên rêzefîlman dixin hedefa vîrûsê 2020-04-05 11:23:41 STENBOL - Serokê Daîreya Rêxistinkirina Sine-Senê Galîp Gorur, diyar kir ku li gel şewba vîrusa corona (Covid-19) belav dibe jî dîsa li qadan rêzefîlman dikişînin û canê xebatkarên rêzefîlman dixin talûkeya vîrûsê.    Vîrûsa Corona (Covid-19) li Tirkiyeyê bandorê li ser her qadê jiyanê dike. Li gel ku tê xwestin temasa civakî kêm bibe û mirov ji malên xwe dernekevin jî dîsa li Tirkiyeyê setên rêzefîlman têne kişandin û ji bo xebatkarên sinemayê tedbîr nayên girtin. Serokê Daîreya Rêxistinkirina Sine-Senê Galîp Gorur, diyar kir ku li gel şewba vîrusa corona (Covid-19) belav dibe jî dîsa li qadan rêzefîlman dikişînin û canê xebatkarên rêzefîlman dixin talûkeya vîrûsê. Gorur, destnîşan kir ku ger xebatên setên rêzefîlan bi vî rengî berdewam bike, kedkaran arasteyî rîsk û talûkeya şewba vîrûsê dikin û ji bo vîrûsê dawetiyê derdixin. Gorur, destnîşan kir ku xebatkarên setên rêzefîlman bi fikara “betal nemînin û nan bibin malê" kar dikin û wiha got: "Kedkarên rêzefîlman neçar dimînin ku vî karî bikin. Divê bêyî ku kedkar û karkerên rêzefîlman bên mexdûrkirin çareserî ji bo wan bê dîtin. Divê dewlet erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne. Divê demek berî demekê kêşandina van rêzefîlman bêne rawestandin."