Lijneya Navendî ya HDP'ê kampanya Xwişk û Bira ya malbatan didin destpêkirin 2020-04-05 12:11:17 ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi rêya konferansa vîdeo civîna xwe li dar xist. Lijneya Navendî ya HDP'ê di civînê de li dijî şewba vîrûsê ku belav dibe, dest bi "Kampanya Malbatên Xwişk û Bira" dikin.  Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar de bi rêya konferansa video li hev kom bûn. Civîna ku ji 15 rojan carekê pêk tê, dest pê kir. Lijneya Rêvêberiyê ji ber şewba (Covid-19), li ser tedbîrên civakî rawestiyan û diyar kirin ku beri her tiştî piştevanî û şewirmendiyê xurt bikin. Lijneyê biryar stend ku ji niha û şûnde hefteyê carekê civînên xwe li dar bixin. Lijneyê xwest li şûna ji îqtîdar û dewletê bixwazin, dijberî vê yekê rêyên alternatif pêş bixin û torên herêmî û torên piştevaniya civakî xurt bikin. HDP’ê li dijî zor û zahmetiyan biryar girt ku dê ji bo parastina civakê tedbîran bigirin û ji bo vê yeke armanc dikin ku torek fireh a piştevaniya civakî pêş bixin. HDP ji bo parastin û piştevaniya civakê dest bi "Kampanya Xwişk û Bira" dike.    MA / Berivan Altan