73 kesên din bi vîrûsê mirin 3 hezar û 135 kes bi vîrûsê ketin 2020-04-05 21:30:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsê dimirin û pê dikevin zêde dibe. Di 24 saetên dawî de 73 kesên din mirn û 3 Hezar û 135 kesên din bi vîrûsê ketin.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, têkildarî şewba vîrûsa corona piştî 24 saetan dîsa daxuyanî da û diyar kir ku di 24 saetên dawî de 73 kesên din ji ber şewbê mirine û heta niha bi giştî 574 kes mirin. Wezîr Koca da zanîn ku di rojeke de 3 hezar û 135 kesên nû bi şewbê ketine û bi vê yekê ji 11'ê Adarê heta niha 27 hezar û 69 kes bi şewba vîrûsê ketine.